Piştî mehekê rûniştina Encumena Nûneran dest pê dike
Îraq 10:27 AM - 2025-03-06
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Biryare roja şemiya bê,8/3/2025, Encumena Nûneran dest bi
civînên xwe yên asayî bike, bo dengdan û gotûbêjkirina çend proje yasayan.
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd ji
PUKMEDIA re ragihand ji roja şemiyê ve Encumena Nûneran wê dest bi civînên xwe
bike.
Got jî: Encumena Nûneran ev demeke dirêj e ji ber nekokiyên
di navbera aliyên siyasî de derbarê yasaya taybet bi Heşda Şeibî, civînên xwe
li danexistiye.
Wî eşkere kir: Nebûna van koman di civînên encûmenê de,
lidarxistina civînan zehmet kir, ji ber vê yekê encûmenê nikarîbû rêjeya yasayî
ya civînan garantî bike, biryar e roja şemiyê bê encûmen civînên xwe yên asayî
lidar bixe, bi betalkirina yasaya Heşda Şeibî di bernameya karê civînê de.
Got jî: Di rûniştina Şemîyê de dê dengdan li ser proje
yasaya serrastkirina çaremîn serrastkirina yasaya sermayesaziya pîşesazî ya
hejmar (20) ya sektorên taybet û têkel a sala 1998ê bê dengdan û dengdan li ser
biryarekê ji bo pêşniyarkirina Wezareta Perwerdeyê ji bo vegerandina sîstema
dadgehîkirinê, û gotûbêjkirina raporta komîta demkî ya parlamentoyê ji bo parastina
milkên dewletê.
Parlamenter Bryar Reşîd diyar kir: Di civînê de dê xwendina
yekem li ser pirojeyasaya erêkirina peymana li ser bêparkirina xwediyên
pasaportên dîplomatîk û xizmetguzariyê ji vîzeya têketinê di navbera Hikûmeta
Komara Êraqê û Hikûmeta Komara Qubrisê de ya hejmar (26) ya sala 2023 de were
kirin û wê xwendin li ser çend xalên din jî bêne kirin.
Civîna dawî ya encûmena nûneran roja Yekşemê 2/2/2025 hat
lidarxistin û tê de deng li ser proje yasaya serrastkirina yekem yasaya bûdceya
giştî ya federalî ya Komara Êraqê bo salên darayî (2023 - 2024 - 2025) hejmar
(13) ya sala 2023 hat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

