Yekîtiya Niştimanî: Bi serrastkirina rêbaza hikûmetê em dikarin xizmeta welatiyan bikin
Kurdistan 11:45 AM - 2025-03-06
PUKMEDIA
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Ehmed Heme Kerîm
Îro 6/3/2025 pêncemîn konferansa amadekarî
bo duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gihîşte Germiyan û Xaneqîn û
li bajarê Kelar birêve çû, berpirsê bazneya hilbijartinên Germiyan raghand:
Dîdara berê YNK derxist asta yekdengiyê bi awayek ku li ser asta cîhanê hat
guhdarî kirin.
Piştre Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Şêx Ehmed Heme Kerîm gotarek pêşkêş kir ku ji aliyê PUKMEDIA ve hate
şopandin û tê de got: Emê li gel hevrêyên xwe yên rêxistina YNK li Germiyanê ji
bo pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyarên ku dê dîdara duyemîn dewlemendtir bike, kar
bikin, ciyawaziya wê ji aliyên din re di wê yekê de ye ku derfetê dide kadroyên
xwe ku bi tevahî azadî nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman, ew partiyaye ku
dikare pêşde biçe ji bo pêşxistina ezmûna Herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiyeke kevnar û
parêzvanê demokrasiyê ye li Herêma Kurdistanê, ji ber wê yekê ku derfetê dide
kadroyên xwe ku bi azadî nêrîn û pêşniyarên xwe diyar bikin.
Endamê Mekteba Siyasî wiha dewam kir: Gelek ji pêşniyarên
yekemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî hatin cîbicîkirin û pêşniyar û nêrînên
girîng û baş hebûn. Di civînê de serkirdayetiya yekgirtî ya YNK bi serokatiya
Serok Bafil Celal Talebanî hate hilbijartin, vê serkirdayetiyê giranî û pêgeha
xwe ya girîng di nava Êraqê de û di asta navdewletî de heye.
Wî got: Li ber avabûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ye lewra
Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê dixwaze guh bide nerîn û pêşniyarên endamên
xwe li ser çawanîya pêkanîna hikûmetê û çawanîya pêkhatina wê ya paşerojê. Emê
hemû sozên ku me dane hevwelatiyan cîbicî bikin û ji bo serastkirina rêbaza
hukimdariyê li Herêma Kurdistanê kar bikin û bi serrastkirina rêbaza
hukimdariyê ve emê bikarin xizmeta welatiyan bikin û daxwazên wan bi cih bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

