Salar Mehmûd: Dawiya vê mehê duyemîn Dîdara YNK dê bê lidarxistin
Kurdistan 12:02 PM - 2025-04-10
PUKMEDIA
Endamê Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Mehmûd
Endamê
Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Mehmûd
tekez kir, ku dê di dawiya vê mehê de, bi amadebûna birêz Bafil Celal Talebanî
Serokê YNK duyemîn Dîdar were lidarxistin.
Salar Mehmûd
di hevpeyvîneke taybet de ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Me 9 konferansên
amadekarî ji bo amadekariyên duyemîn Dîdara YNKê li hemû deverên Herêma
Kurdistanê lidar xistin, ew dîdar bûye kevneşopek nû di şerê siyasî de û bûye
bingehek ji bo beşdarkirina kadro û endamên YNKê di biryardanê de.
Ddar dê biryarên girîng bigire
Salar Mehmûd
her wiha got: Dîdara YNKê ne festîvala partiyane, belku cihê biryardanê ye, ev
jî tê wê wateyê ku kadro beşdarî biryardanê dibin di derbarê siyaseta partiyê û
hemû beşên girêdayî jiyana siyasî ya YNKê, wek nêrîna YNKê ya ji bo
birêvebirina Êraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên ligel aliyên siyasî û gelek
mijarên din ên girîng.
Her weha Mehmûd
di berdewamiya axaftina xwe de got: Di dawiya vê mehê de duyemîn dîdara YNK’ê
bi amadebûna Serokê YNK Bafil Celal Talebanî û serperiştiya Berpirsê Giştî yê dîdarê
Qubad Talebanî û bi hezaran hevalên beşdar tê lidarxistin.
Zêdeyî 12 hezar kes beşdarî konferansan bûn
Salar Mehmûd da zanîn ku zêdetirî 12 hezar kadro û endamên
YNKê di 9 konferansên ku li seranserê Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin de
beşdar bûne û bi hezaran pêşniyar û nêrîn pêşkêşî Desteya Bilind a YNKê kirine.
Endamê Desteya Bilind a dîdara Duyemîn wiha berdewam kir: Dîdara
Duyem dê pêşniyar û nerînên hevalan bi giringî bigre ber çavan û her wiha dê
nêrîn û pêşniyarên hevalên Yekîtiya Niştimanî, aliyên siyasî, rewşenbîr û
nivîskaran jî bigre ber çavan.
Wî diyar kir ku Komîteya Bilind a Duyemîn dîdara Yekîtiya
Niştimanî, bi hevkariya kadroyên me, kar dike ji bo ku ew forum pêşniyar û
pêşniyarên girîng derxîne ku ji bo pêşxistina xebata partiyê û siyaseta
Yekîtiya Niştimanî ya qonaxa bê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
09:57 PM - 2026-07-28
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Îran:Ji bo vekirina rêyekê li Kendava Hormuzê em di diyalogê de ne
Cîhan 11:30 PM - 2026-07-28 -
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

