Li Silêmaniyê 138 çapxaneyên belavkiriyên kaxezê kar dikin
Kurdistan 12:30 PM - 2025-04-22
PUKMEDIA
Çapxaneya Nû ya Kurdistanê
Ji bo weşandina rojname û weşanên kaxezî çapkirin hewcedariyeke sereke ye, li Silêmanî û derdora wê 138 çapxaneyên cûr bi cûr hene,çavkaniyekê ji Rêveberiya Çap û Weşanên Silêmaniyê ragihand ku 138 çapxane li Silêmaniyê û derdora wê hene lê çi çapxane bê destûr nikare kar bike.
Derfeta rojnameyê ya herî baş li Silêmaniyê bû
Rêveberê çap û weşanê yê Silêmaniyê Erîwan Sîweylî ji
PUKMEDYA re ragihand: Silêmanî di warê çapxaneyan de pêş ketiye û ji bo weşanên
kaxezî jîngeheke xweş çêkiriye û beriya
niha jî baştirîn derfetê rojnameyê li vî bajarî bû,û zafitirîn rojnameyên hizbî
û ehlî jî li vê bajarî bûn.
Heya niha 138
çapxane ji aliyê Rêveberiya Çap û Weşanên Silêmaniyê ve molet wergirtine û kar
dikin, ku hinek ji wan di warê govar, rojname û pirtûkan de kar dikin û hinek
jî çapxaneyên bazirganî ne ku berhemên wek reklam û logoyên bazirganî çap
dikin.
Li gorî zanyariyên Sendîkaya
Rojnamevanên Kurdistanê, zêdetirî 1000 rojname û govar moletên fermî wergirtine û di dema niha tenê
12 rojname û nêzî 30-40 govar tên weşandin.
Kurdistan Newê piştî serhildanê yekemîn rojnameya Kurdî ye
Roja 22.4.2025, Rojnameya Kurdistanê 127 saliya derketina
rojnameya Kurdistan ku yekemîn rojnameya Kurdî li Herêma Kurdistanê ye, pîroz
dike û li Herêma Kurdistanê rojnameya
Kurdistanî Newê yekem rojnameya Kurdî ye piştî serhildanê û xwediyê yekemîn moleta
karkirinê li Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê.
Mezintirîn pirsgirêka çapxaneyê ji bo Yekemîn rojnameya
kurdî (Kurdistan) hebû ku yekem hejmara wê li Qahîre derket, piştî wê çend
hejmar li Swîsre û dubare çend hejmar li Qahîre û derveyî welat derketin.
Bjarê Silêmanî di sala 2012an de ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve weke paytexta rewşenbîrî hat naskirin û roja 21ê Hezîrana 2020an Rêxistina UNESCO logoya Silêmaniyê wek bajarê dahênerê wêjeyê pejirand û mohra xwe ya fermî lê xist bû wê yekê logoyê Silêmanî û UNESCO têkelî yektir bûn.
Pêştir roja 31 Cotmeha sala 2019 an rêxistina UNESCO bajarê Silêmanî bi bajarê dahênerê wêje û bajarê Sine ya Rojhelata Kurdistanê bi bajarê dahênerê Mûzîknasiyê diyar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

