Karwan Gaznayî: YNK bi 2000 pêşniyaran dê civînekê li dar bixe
Kurdistan 06:57 PM - 2025-04-22
PUKMEDIA
Berdevkê Dîdara YNK'ê Karwan Gaznayî
Berdevkê YNK'ê Karwan Gaznayî jî got; “YNK dê bi 2000 pêşniyaran Dî darekî li dar dixe, armanca civînê ew e ku stratejî û siyaseta YNKê were dariştin û şert û mercên guncawbûna bi rewşa navçe, herêmî re were çêkirin.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gaznayî di civîneke çapemeniyê de got;“Roja Çarşemê 23-4-2025 demjimêr 11ê sibê li Silêmaniyê bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, duyemîn Dîdara giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tê lidarxistin.’’
Wî zêde kir:"Armanca civînê dariştina stratejî û siyaseta YNKê û peydakirina şert û mercên guncawbûna ji bo rewşên navçeyî, herêmî ye, civîn modeleke nû ya siyaseta partiyê ye û bûyereke hizbî ya girîng e ku li herêmê rû dide."
Berdevkê duyemîn Dîdara YNKê wiha got:“Piştî lidarxistina 9 konferansan li Herêma Kurdistanê bi beşdariya 12 hezar kadro û pêşkêşkirina zêdetirî 70 proje û 2 hezar pêşniyaran, YNKê biryara lidarxistina Dîdara duyemîn da.’’
Wezîfeya civînê ew e ku guhdarîkirina nêrîn û pêşniyarên rêhevalên me bike û arasteyî meclisa serkirdayetiyê û mekteba siyasî bike.
Li gor rêziknameya navxwe ya kongireya pêncem, civîn karekî fermî ye û beşek ji qonaxên tekoşîna berfireh a hevalan e, ku yekemîn Dîdara giştî ya YNKê ye.
YNKê di 28ê Gulana 2022an de li Silêmaniyê bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî dest pê kir û çend rojan berdewam kir û di 31ê Gulanê de bidawî hat.
YNKê di 15ê Sibata 2025an de bi diruşmeya “Destûra nû, hêz, pêşketin û xizmetguzarî” dest bi lidarxistina konferansê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

