Encamên dawiyê yên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatin ragihandin
Kurdistan 08:01 PM - 2025-04-26
Ajans
Kongreya Yekitiya Helwesta Kurd
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve çû, di dawî de jî encamên konferansê di konferanseke rojnamevanî de hatin ragihandin.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di civîneke rojnamevanî de daxuyaniya dawî ya konferansê bi her du zimanên Kurdî û Erebî xwendin.
Li gorî daxuyaniyê, konferansê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyek hevbeş ji partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, da ku li ser bingeha têgihîştin û nêrîna hevpar a ku di konferansê de derketiye, li Şamê danûstandinan bi rayedarên heyî yên Sûriyeyê re bikin.
Daxuyaniya dawiyê ya konferansê:
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 26'ê Nîsanê 2025'an de li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeyek nû û beşdarbûna di teşedana paşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê di 8'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir, û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir, û bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordariya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîdan dan.
Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîn kir, da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştimanî ve girê da ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyê.
Li ser bingeha berpirsiyariya dîrokî û bersivdayîna ji pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîf û projeyek rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
Xalên di konferansê de hatine:
1. Pejirandina Dîtina Hevbeş a Kurd: Beşdarên konferansê "dîtina hevbeş a Kurd" wekî belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolektîf a Kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh a pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de pêşniyar dike.
2. Taybetmendiyên Sûriyeya Yekgirtî: Divê ev Sûriyeya yekgirtî xwedî nasnameyeke pir-etnîkî, pir-olî, pir-çandî û pir-neteweyî be.
3. Garantîkirina Mafan di destûrê de: Destûra Sûriyeyê divê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî bike, pabendî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan be, û azadî û mafên jinan biparêze û beşdariya wan a bi bandor di hemû saziyan de (siyasî, civakî, leşkerî) misoger bike.
4. Dîtina Hevbeş Bibe Bingehek ji bo Diyaloga Neteweyî: Konferans daxwaz dike ku ev dîtina hevbeş bibe bingehek ji bo diyaloga neteweyî, di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de.
5. Dîtina Hevbeş Bibe Bingehek ji bo Diyaloga Niştimanî: Konferans daxwaz dike ku ev dîtina hevbeş bibe bingehek di navbera wan û rêveberiya nû ya Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de.
6. Armanca Avakirina Sûriyeya Nû: Ev diyalog divê bibe alîkar ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû gelê xwe hembêz bike, ti pêkhateyekê paşguh neke yan ji holê rake, dûrî zihniyeta yekalî be, rûmet û mafên welatiyan bi destûrî bê cudahî biparêze, û bibe faktorek aramî û ewlehiyê li herêmê bi rêzgirtina li têkiliyên xwe yên navneteweyî.
7. Avakirina Şandeya Hevbeş: Konferansê biryar da ku di demek nêzîk de şandeyeke hevbeş a Kurdî were avakirin. Erka vê şandeyê ew e ku ji bo pêkanîna vê dîtinê di warê siyasî de bixebite û bi aliyên peywendîdar re danûstandin û diyalogê bike da ku naveroka wê misoger bike.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Armanc ji vê konferansê ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd.
Di konferansê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî, şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û şandeke DEM Partî û DBPê û nûnerên partî û hêzên din ên Kurdistanî jî amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

