Di 50 salên borî de jin stûnek girîng ya xebata YNKê bû
Kurdistan 06:33 PM - 2025-05-29
PUKMEDIA
Salvegera 50 ehemîn ya Damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya ya Kurdistanê
Ji dîroka wê diyar e ku Yekîtiya Nîştimaniya ya Kurdistanê her
tim piştgirî daye beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de,û her tim ji bo jinan
vekirî bûye û di 50 salên hebûna xwe de, jin bûne stûnek girîng ya xebata YNKê ku şopa dîroka xebata jinan li çiya û bajêr
diyar bû, YNK yekem partî bû li
Herêma Kurdistanê ku rolên cûda û hesas di partî û hikûmetê de da jinan, li
gorî rêziknameya navxweyî ya YNKê, jin ji sedî 25ê çavkaniyên mirovî yên
partîyê pêk tînin û desthilatan distînin, lê YNKê di demên berê û niha de rolên
zêdetir di partî û hikûmetê de daye jinan û piştgirî daye wan.
Li ser rêbaza Serok Mam Celal, Serok Bafil,piştgirîya jinan dike
YNKê piştgirîya beşdarbûna jinan di têkoşîna çekdarî ya li çiyayan de kir û li bajaran meqam û desthilat da wan da ku beşdarî qada siyasî bibin, ji ber ku ew baweriya xwe bi şiyan û jêhatîyên jinan dianî ku ji bo YNKê li kêleka mêran şer kirine.
Fehîme Sabir, endama berê ya serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re got: Beriya serhildanê, baweriya YNKê bi çek û pênûs hebû,di serdema çiyayî de, YNKê Pêşmergeyên jin hebûn û piştî serhildanê jî dema parlemana Kurdistanê dirust bû YNKê bi biryara Serok Mam Celal jin kir wezîr û endama parlemanê, her weha piştî kongreya yekem û duyem, jin wek endamên serokatiyê, civata navendî û seroka parlemanê hatin hilbijartin û di demekê de,û got: YNKê demekê ez kirim rêvebira giştî ya Mekteba Siyasî ku ev cara yekem bû ku YNKê posta parêzgariyê da jinan,ev û gelekên din jin bûn ku di beşên cûda yên partî û hikûmetê de xebitîn û rol wergirtin.
Fehîme Sabir got: YNK tekane partî ye li Herêma Kurdistanê ku rêjeya beşdariya jinan ji sedî 30 zêdetir e li navenda biryardanê, ku ev nêrîna Serok Mam Celal bû û Serok Bafil jî di heman rêya Serok Mam Celal de berdewam dike, YNKê dizane ku bi bêyî şoreşa jinan guhertinên mezin çênabin, ji ber vê yekê YNKê her tim piştgirî daye jinan da ku xwedî meqam, mûçe û dahata xwe bin.
Deriyê YNKê her tim ji bo jinan vekirî bûye
Berê, Serok Mam Celal her tim piştgirî dida jinan û niha jî Serok Bafil deriyê YNKê ji bo jinan vekiriye da ku ew bi rêya partiya xwe xizmeta Kurd û Kurdistanê bikin û şiyanên xwe bikar bînin.
Hesîbe Ebdullah, endama berê ya rêveberiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji malpera PUKMEDIA fermî ya YNKê re got: YNKê berevajî hemû partiyên din yên siyasî, herî zêde girîngî daye jinan,sekreterê giştî yê wê demê yê YNKê, Serok Mam Celal, her tim piştgirî daye hêza jinan di qada siyasî de, Ji bo ku jin bikevin qada siyasî û di pêvajoyê de li paş nemînin, û eger em vegerin dîrokê, li kêleka Serok Mam Celal, Xanim Hêro Îbrahîm Ehmed li derveyî têkoşîna siyasî û wê serweriya çiyayan tomar kiriye û em îro hemû pê serbilind in.
Hesîbe Ebdula dibêje: Serok Mam Celal bi xwe, ku keçek wî tune bû, lê xwe bavê hemû keçên Kurd didît, her tim parêzvanekî rasteqîne yê mafên wan bû her weha çênabe rola Serok Mam Celal di proseya civaka Kurdî de neyê berçavgirtin, ku gelekî li dijî diyardeya jin bi jinan re, mezinan bi zarokan re û pirjinî bû, niha jî Serok Bafil, ku heman siyaseta Serok Mam Celal peyrew dike û girîngiyek mezin dide rola jinan di nav YNKê de û ji bo ku têkoşîna xwe ya siyasî li kêleka birayên xwe yên di nav YNKê de bidomînin, meqamên bilind dide wan.
Her weha amaje bi wê yekê kir ku, YNKê li gorî rêzikname û bernameyên xwe, ji bo beşdarbûna jinan di qada siyasî de di meqamên wekî partî, hikûmet û parlemanê de, ji sedî 25 ji bo jinan destnîşan kiriye, ku divê ji wê rêjeyê kêmtir nebe, em jin dixwazin hejmara jinên bi şiyan, jêhatîxwe postan bi dest bixin û rêjeya wê zêdetir biben, da ku ew bikaribin beşdarî rêveberiya welat û hemû beşên rêveberiyê bibin.
Peyama dawî ya YNKê ji bo jinanYekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê her tim berevankarê mafên jinan bû û Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Roja Jinên Cîhanî li jinên Kurdistan, Êraq û cîhanê pîroz kir û ragihand ku, baweriyeke me ya xurt û bê guman bi wekhevî û berfirehkirina beşdariya wan di navendên hêz û biryardanê de heye, xebata wan di nav YNKê de li kêleka xebata wan ya rêxistinî, bila em bi hevre xebata jinan vejînin û nehêlin ku azadiyên we bi tu behaneyê werin bêparkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

