Serokkomar beşdarî 3. Konferansa NY ya ji bo Okyanûsan bû
Îraq 04:04 PM - 2025-06-09
Ragihandina Serokatiya Komarê
Dr. Latîf Cemal Reşîd, Serokkomarê Êraqê
Îro Dr. Latîf Cemal Reşîd, Serokkomarê Êraqê beşdarî Sêyemîn
Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Okyanûsan li bajarê Nice ya welatê
Fransa bû û gotarek pêşkêş kir
û ragihand ku beşdarbûna Êraqê di vê konferansê de ji baweriyeke kûr tê.
Serokkomarê Êraqê Letîf Cemal Reşîd îro roja Duşemê
beşdarî sêyemîn Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Okyanûsan bû û di
gotarekê de ragihand ku, îro, em beşdarî vê konferansa girîng dibin daku nêrînên
xwe biguherînin û hevkariya di navbera welatên xwe de zêdetir bikin daku
pirsgirêkên hevpar çareser bikin û pêşerojek aramtir û dadperwertir ava bikin.
Serokokar got: Çavkaniyên avê, tevî okyanûsan, mijareke
mirovî, ewlehî û pêşkeftinê ye ku bi salan e li derveyî sîwana parastina yasayî
ya ne guncaw maye.
Navbirî aşkere kir ku beşdarbûna Êraqê di vê konferansê
de ji baweriyeke kûr ya bi girîngiya xebata piralî û pabendbûna bi xurtkirina
hevkariyên navneteweyî ji bo çareserkirina bandorên guherîna avhewayê,
hişkesaliyê, newekheviya aborî û qeyrana ewlehiya xwarinê tê.
Behsa wê yekê jî kir ku îro, di ronahiya guherîna
avhewayê ya bilez, zêdebûna qirêjiya deryayê û windabûna sîstema jîngehê de, em
bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne ku hevkariyek biryardar û rastîn ya li ser
bingehek zanistî û veqetandina budceyê ji bo parastina okyanûs û çavkaniyên avê
yên me hewce dike.
Serokkomar amaje bi wê yekê kir ku ewlekariya okyanûsan
ne tenê pirsgirêkek jîngehî ye, lê di heman demê de ji bo gelek welatan, heta
ji bo wan welatan ku ji kêmbûna avê û bilindbûna asta deryayê dikişînin, ji ber
ku germahiya avê bi lez bilind dibe û tirşbûna okyanûsê xirabtir dibe ji ber
kêmbûna embarên Masî û zêdebûna pîsbûna Pilastic û madeyên kîmyawî.
Her weha got: Êraq bi kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê re
rû bi rû ye, ji ber çend sedeman, di nav de guherîna avhewayê, nebûna
siyaseteke îdarî û yasayî ya yekgirtî ji bo çemên sînorî,her weha kêmbûna rêjeya
dabînkirina avê ya Êraqê bûye sedema zêdebûna rêjeya koçberiya navxweyî û derve
û kêmbûna hilberîna çandiniyê û hilberîna navxweyî ya giştî.
Navbirî diyar kir ku tiştê îro di vê konferansê de
pêwîstiya me pê heye ev e ku em bigihîjin rêkeftineke hevbeş ji bo pêşxistina
stratejiyeke gerdûnî ji bo parastina okyanûsan û xurtkirina pabendbûnên
navneteweyî bi rêya pilaneke li ser bingeha Peymana Deryaya Mezin.
Serokkomar got: Em banga berfirehkirina peywendiyên û
hevkariyên bi bandor di navbera hikûmetan, civaka sivîl, kerta taybet û saziyên
lêkolînê de dikin,her wiha em banga piştgiriya darayî ya nûjen û domdar ji bo
parastina okyanûsan û hevrêzkirin û hevkariyê dikin daku li ser av, çem, golan
lihevkirinek çêbibe ku xizmeta berjewendiyên hemûyan bike.
Roja Yekşemê rêkefta (08-06-2025) an Dr. Latîf Cemal
Reşîd Serokkomarê Êraqê û xanima wî ya yekem ji bo beşdarbûna di Sêyemîn Konferansa
Neteweyên Yekbûyî ya li ser Okyanûsan de ber bi Fransayê ve çûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

