Pizîşkiyan: Ti hewlên me bo bidestxistina çekên navokî tune ne
Cîhan 09:24 AM - 2025-06-16
AFP
Êrîşa Îsraîlê bi ser Îranê
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku Îsraîl dê nikaribe
Îranê têk bibe, û tekez kir ku welatê wî naxwaze çekên navokî bi dest bixe.
Pizîşkiyan di dema beşdarbûna xwe ya di civîna Encumena
Şêwirmendiya Îslamî de roja Duşemê, 16ê Hezîrana 2025an de got: Îran ne êrîşkar
e, û em ji her demê bêtir hewceyî yekîtiya navxweyî ne ku li hember êrîşkariyê
bisekinin. Wî destnîşan kir ku "Îsraîl dê nikaribe me bi kuştinê têk bibe,
û hêzên me dê li hember van tirsonekan bisekinin.
Serokê Îranê tekez kir, Em li gorî polîtîkayên Rêberê Bilind
naxwazin çekên navokî bi dest bixin, û ev baweriyek me ya xurt e, amaje bi wê
yekê jî kir ku: Ne em bûna ku me dest ji danûstandinan berda, û tiştê ku em
daxwaz dikin mafê me yê qanûnî ye.
Her weha Pizîşkiyan got jî: Mafê kesî tune ku mafê me yê
sûdwergirtina ji enerjiya navokî û lêkolîna ku xizmeta berjewendiyên gelê me
dike, me bêpar bike, û tekez kir ku "Dewletên Yekbûyî bi destûrdayîna ku
Îsraîl êrîşî me bike, zorbazî ye û qanûnên navneteweyî binpê dike.
Wî tekez kir, "Em bi berxwedidin û ji tiştekî natirsin,
û em ji gelê xwe dixwazin ku di van krîzan de sebir bikin. Em li pey serdestiyê
hewl nadin, û ew Îsraîl e ku dixwaze yek bi yek êrîşî Misilmanan bike û
fermanên xwe li ser wan ferz bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

