Gulcen Kaçmez: Divê Tirkiye ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê gavên zelaltir bavêje
Hevpeyvîn 01:12 PM - 2025-06-23
PUKMEDIA
Gulcan Kaçmez, parlementarê DEM partî
Hevpeyvîn, Eyaz Herkî
Di Hevpeyvîna dawî ya Abdullah Ocalan de, wî xwestiye ku bi
Bafil Celal Talabanî serokê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, û serkirdeyên din
ên sereke yên Başûrê Kurdistanê re bicive, Ji ber ku civîna hevbeş a serokên
Kurd dê bandorek rasterast li ser pirsgirêka Kurd li hemû beşên Kurdistanê
bike.
Guhertin çêdibe
Gulcan Kaçmez, parlementarê DEM partî li bazneya parêzgeha
Wanê ji Kurdistan News re got: Niha tiştekî nû li Rojhilata Navîn diqewime. Şer
li Xeza, Lubnan, Yemen û Sûriyeyê dest pê kir, lê niha şer gihîştiye Îranê û
Rojhilata Navîn ber bi guhertinên mezin ve diçe û gelê kurd li her çar parçeyên
Kurdistanê amade ye bo wan guhartinan û ji bo bi destxistina mafên xwe
dixebitin.
Wê got jî: Pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
çend meh in berdewam dike û çend civîn di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Îmraliyê
de hatine lidarxistin. Ocelan destpêşxerî kiriye da ku pêvajo bi ser bikeve û
pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bike.
Gulcan Kaçmez her wiha got: Divê hemû partiyên siyasî yên li
Tirkiyeyê, tevî Kurd û Tirkan, li kêleka DEM partî bisekinin û ji bo serkeftina
pêvajoya aştiyê bêtir xebat bikin û berpirsiyariya dîrokî bigirin ser xwe.
Gulcen Kaçmez: Divê hemû partiyên sîyasî yên li Tirkiyê, tevî Kurd û Tirkan hev helwêst bin bi DEM partî re û ji bo serkeftina pêvajoya aştîyê bêtir bixebitin û berpirsiyarîya dîrokî li stû bigrin
Çareserkirina pirsgirêka Kurd
Her weha wê endam
parlemanê got jî Hikûmeta Tirkiyeyê 40 sal in aboriya xwe ji bo şer bikar tîne
û ti encam bi dest nexistiye. Niha Tirkiyê di rewşeke aborî ya pir sext de ye û
bi vê siyasetê nikare xwe birêve bibe. Lê eger pirsgirêka Kurd bi awayekî
aştîyane çareser bibe, ev yek dê di berjewendiya dewleta Tirkiyê de be, her
weha di berjewendiya hemûyan de be.
Divê hikûmeta Tirkiyeyê gavên zelaltir bavêje da ku pêvajoya
aştîyê bicîh bîne û fikarên welatiyên Tirkiyeyê yên ku li benda serkeftina
pêvajoya aştiyê ne ji bo derbaskirina krîza siyasî û aborî ya ku bi salan e
dikişîne, kêm bike. Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê
Kurdistanê wekî salên 1990 û 2013-2014an têk neçe. Bi taybetî azadkirina
Abdullah Ocelan ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê girîng e.
Kaçmez got ku Ocelan di hevdîtina xwe ya dawî de daxwaza
hevdîtinê bi Bafil Celal Talabanî û serokên din ên sereke yên Başûrê Kurdistanê
kiriye, Ji ber ku hevdîtina rasterast a serokên Kurd dê bandorek rasterast li
ser pirsgirêka Kurd li hemû beşên Kurdistanê bike.
Yekrêziya gelê Kurd
Ew her wiha dibêje: Armanca serdana partiyên Kurd ên li
Bakurê Kurdistanê ew e ku yekrêzî û yekîtiya neteweyî ya Kurdan çêbibe, ji ber
ku serkeftina gelê Kurd dê bi yekîtiya Kurdan pêk were.Em bêyî yekîtiya
navxweyî nikarin mafên xwe bi dest bixin û çareseriya hin pirsgirêkên têkildarî
pirsgirêkên gelê me dikare bi yekîtiyê pêk were.
Wî zêde kir ku konferansa yekîtî û hevgirtina Kurdan a li
Qamîşloyê di 26ê Nîsana 2025an de cihê xwe di dîrokê de digire. divê nerînên me
yên siyasî nebin asteng û divê em bi hev re ji bo bidestxistina maf û nasnameya
Kurdan li Rojhilata Navîn têbikoşin.
Divê hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê li kêleka DEM
partî bisekinin û ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê bêtir têbikoşin.
PUKMEDIA/ Kurdistana Nuh
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

