Zêdetirî 70 rojan e mûçexweran mûçeyên xwe wernegirtine
Kurdistan 12:48 PM - 2025-07-13
PUKMEDIA
Diravê Êraqî
Her çend e ku dabeşnekirina mûçeyan li Herîma Kurdistanê 73
roj derbaz kiriye,lê, ji bo dayîna mûçeyan ji Bexdayê çi demek diyarkirî tune
ye, û mûçexwer li benda biryara Dadgeha Federal in, ku biryar e sibê li ser
mijara mûçexweran bicive, Endamekî firaksiyona YNKê li Civata Nûneran got: Divê
Civata Nûneran li ser binpêkirina biryara Dadgeha Federal bêdeng nebe.
Dr.Biryar Reşîd, Endamê Civata Nûneran ya Êraqê ji firaksiyona
YNKê, ji PUKMEDIA re ragihand ku digel wê yekê ku 73 roj in mûçexwerên Herêma
Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine, lê divê Civata Nûneran êdî bêdeng nemîne,
û di civîna duh de jî min bi eşkereyî ji serokê Civata Nûneran xwest ku di
mijara neşandina mûçeyan ji bo herêmê de helwestekê nîşan bide.
Dr. Biryar Reşîd dibêje: Ne şandina mûçeyan ji bo herêmê li
dijî biryara Dadgeha Federalî ye, û pêwîste Civata Nûneran helwesta xwe hebe û
wan binpêkirinan rabigire, her çend e em dizanin ku her du hikûmet xemsar in di
rêkeftinên di navbera xwe de, lê çênabe mûçeyên mûçexweran têkelî siyaseta wan
bê kirin û mûçe jî bên ragirtin.
Roja13ê Gulana 2025an, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê lîsteya mûçeyên heyva Nîsanê belav kir û li gorî xişteyê jî di nava
4 rojan de hemû mûçexweran mûçeyên xwe wergirtin,lê, ji wê demê heya îro, 13ê
Tîrmeha 2025an, mûçexwerên herêmê çi mûçeyek,wernegirtine, di demekê de ku Wezareta
Darayî ya Êraqê dest bi belavkirina mûçeyên Tîrmeh yê Êraqê kiriye, lê mûçexwerên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîna mûçeyên heyva Gulanê wernegirtine, ev yek di
demekê de ye ku dabeşkirina mûçeyên Nîsanê ji 15 rojan zêdetir dereng mabû.
Mûçexwerên Herêma Kurdistanê çavrê dikin ku sibe roja Duşemê
rêkefta (14-07-2025) an, Dadgeha Federal ya Êraqê li ser giliya mûçexwerên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek derxîne, bi vî awayî dê dawiyê li rawestandina
mûçeyan ji aliyê Wezareta Darayî ya Êraqê ve bîne.
Ev yek di demekê de ye ku, di civîna Civata Wezîran ya Êraqê
de biryar derbarê dirustkirina komîteyekê ji şeş kesî ji bo çareserkirina
vekirina projeyên pêşniyarkirî yên Hikûmetên Êraq û Herêma kurdistanê derbarê
çareseriya pirsa mûçe û petrol û dahat û Tewtînê pêk anî, her çend e biryar bû
komîte di nav 48 demjimêran de karên xwe bi dawî bikira jî, lê pênc roj di ser
avakirina komîteyê derbas bûne û hîna jî biryar li ser çarenivîsa mûçexwerên
herêmê ne daye.
Beriya niha, Wezîra Darayî ya Êraqê biryar dabû ku mûçeyan
ji Herêma Kurdistanê re neşîne, ji ber ku pişkê Herêma Kurdistanê di budceya sê
salên borî de,ku li parlemanê hatiye pesendkirin ji bo salên (2023-2024 û 2025)
an temam bûne, aliyên Kurdistanî jî dibêjin: Ew nivîsa Darayî ya Êraqê ne
destûrî ye, ev jî zêdetirî 40 roj in bûye egera karvedanên cuda cuda, û hewlên Herêma
Kurdistanê jî ji bo çareseriya wê pirsgirêkê berdewam in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

