Di 16 rojan de 19 hêrîşên bi Dronan bo ser herêmê hatine kirin
Kurdistan 10:09 AM - 2025-07-17
Arşîvên PUKMEDIA
Dîmenê hêrîşa bi Dronan
Ji destpêka vê heyvê ve, 18 hêrîşên
bi Dronan li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, ku beşek ji wan
li dijî zeviyên petrolê, û beşek din jî bo ser hêzên ewlehiyê û firokxaneyan bûne.
Li gorî zanyariyên malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
(PUKMEDIA) ku ji arşîfa xwe wergirtiye, ji roja 1 Tîrmehê û heya niha çar hêrîşên
bi Dronan bo ser Hewlêrê, pênc hêrîşên bi Dronan bo ser Silêmaniyê, çar hêrîşên
bi Dronan bo ser Duhokê û çar hêrîşên bi Dronan bo ser Kerkûkê hatine kirin, her
wiha du hêrîşên bi mûşek û sê hêrîşên bi Dronan bo ser Zaxoyê hatine kirin.
Li gorî wê yekê, ji destpêka heyva Tîrmehê û heya niha bi giştî 19 hêrîşên
bi Dronan û mûşekan bo ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, ku di nav
wan de heşt hêrîş bo ser zeviyên petrolê bûne,ku di nav wan de zeviyên petrolê
(Xormele, Kormor, Sersîng, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê, Hunt Oil) û yên
mayî jî ji bo hêzên ewlehiyê û firoxaneyan hatine kirin.
Di heman demê de, hêrîşên dawî bi Dronan bo ser zeviyên petrolê yên
Kurdistanê û hêrîşên şeva borî bo ser zeviya Petrolê ya Hunt li navçeya Şêxan ya
parêzgeha Duhokê û hêrîşek li nêzîkî zeviyek petrolê li gundê Bêrkiyat yê
parêzgeha Duhokê bûn, ku ew Dron ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate xistin.
Du komîte ji bo lêkolîna derbarê hêrîşan hatine avakirin
Piştî destpêkirina hêrîşan, hikûmeta Êraqê du komîte ji bo encamdana lêkolînan
derbarê hêrîşan ava kir, lê heya niha çi encamek wê nebûye û ne diyar e jî hêrîş
ji aliyê kêve bo ser herêmê tên kirin.
Hêrîşên bo ser herêmê bûne sedema ne razîbûnan
Hêrîşên bo ser herêmê bûne sedema nerazîbûnan û Civata
Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)di civîna xwe ya roja
Çarşemê de bi tundî ew reftarên dijminane şermezar kir ku armanc dike ewlehî,
aramî û aboriya welêt têk bide û dorpêçê têxe ser qewareya herêmê, her weha daxwaz ji hikûmeta federal kir ku
berpirsiyariya xwe ya neteweyî, fermî û destûrî ya li hemberî ewlehiya
welatiyên Kurdistanê û kesên ku van tawanê û binpêkirinan encam didin, rûbirûyê
dadgehê bikin û êdî rê nedin ku valahiya ewlehiyê kûrtir bibe, bicîh bîne.
Di heman demê de, Konsulxaneya Emrîka
li Hewlêrê, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Civata Wezîran, Wezareta
Çavkaniyên Xwezayî, Serokatiya Komarê, Şaneya Ewlehiyê ya Êraqê, Wezareta
Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Êraqê, Dije
Teror ya Kurdistanê,Mekteba Ragihandin û Hişuarî ya YNKê ew hêriş şermezar
kirin û daxwaz kirin ku bi zûtirîn dem lêkolîn di wê derbarê de bên encamdan.
Emrîka: Em hêrîşên bi Dronan bi ser herêmê pesend nakin
Hevdem, Konsulxaneya Emrîka ya li
Hewlêrê derabrê hêrîşên bi mûşekan bo ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav
kir û ragihand ku, Wîlayetên Yekbûyî yên Emrîka hêrîşên vê dawiyê yên bi Dronan
li seranserî Êraqê, tevî hêrîşên 14 û 15ê Tîrmehê yên li ser jêrxana girîng ya
zeviyên petrolê yên Xormole û Sersîng li Herêma Kurdistana Êraqê şermezar dike.
Ev yek di demekê de ye ku,roja (15-07-2025)
an Konsulxaneya Giştî ya Emrîka li
Hewlêrê daxuyaniyek derbarê hêrîşên mûşekî bo ser Herêma Kurdistan belav kir û
têde ragihand ku Wîlayetên Yekbûyî yên Emrîka hêrîşên dawî yên bi Droanan li
seranserî Êraqê şermezar dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

