Serok Komarê: Pir rengî ji bo gel çavkaniya hêzê ye û derfetek e ji bo avakirina pirên têgihîştinê
Îraq 10:27 AM - 2025-08-25
Ragihandina Serok Komar
Serok Komarê Îraqê Ebdul Latîf Cemal Reşîd
Serok Komarê Îraqê Dr. Ebdul Latîf Cemal Reşîd, roja Yekşemê
24ê Tebaxa 2025an Navenda Çandî ya Erebî-Kurdî li Bexdayê vekir, ku bi amadebûna
wezîrê Çand, Geştiyariyê û Kevnarî, Dr. Ehmed Fekak el-Bedranî û wezîrê
Jîngehê, Dr. Helo El-Eskerî, û hejmarek rayedar û kesayetên çandî û wêjeyî yên
ji Bexda û Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasîmê de, Serok Komar gotarek pêşkêş kir û tê de tekez
kir ku vekirina vê navendê ne tenê bûyerek çandî ye lêbelê ew gavek e ber bi
xurtkirina têkiliyên çandî, zêdekirina berhemanîna rewşenbîrî û afirînerî, û
veguherandina vê navendê bo malek yekgirtî ji bo pêşengên çandî li welatê me.
Wî destnîşan kir ku aramiya dewletê û hêza pergala wê ya demokratîk ji kûrahiya
çandê di civakê de derdikeve.
Amaje bi wê yekê jî kir ku têkiliya çandî ya di navbera Ereb
û Kurdan de îro dest pê nekiriye; kokên wê di kûrahiya dîrokê de ne, ku bi
sedan salan vedigerin. Rewşenbîr û nivîskarên Kurd, ligel birayên xwe yên Ereb
bi bandor beşdarî vejîna rewşenbîrî û wêjeyî ya Îraqê bûne. Em hewl didin ku
çalakiyên çandî yên hevbeş vegerînin serdema xwe ya zêrîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

