PYD û YNKê xwedî peywendiyên stratîjîn in
Kurdistan 08:55 PM - 2025-08-31
PUKMEDIA
Salih Muslim endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê (PYD)
Salih Muslim
endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê (PYD), balê dikişîne
ser têkoşîna li dijî terorîzmê û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta
Şamê re û peyrewkirina sîstema nenavendî û rol û bandora welatên herêmê û
cîhanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiya li Rojhilata Navîn,ragihand
jî ku têkiliyên stratejîk ên navbera YNK û PYDê hene û Mam Celal pirsgirêka
Kurd navneteweyî kir.
Salih
Muslim, endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê (PYD), di
hevpeyvînek taybet de bi Kurdistan New re got: Cîhan dizane ku em ji sala 2012
şerê terorîstan dikin, piştî rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê ji hêzên rêjîma
berê ya Sûriyeyê, me şerê li dijî terorîzmê dest pê kir, û em hîn jî li dijî
terorîzmê şer dikin.
PYD û YNK xwedî peywendî stratîjî ne
Peywendiyeke
stratejîk di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
YNK de heye, ji damezrandina xwe ve, yekîtî bi her awayî piştgirî û alîkariya
Rojavayê Kurdistanê kiriye û em dikarin vê peywendiyê berfirehtir bikin.
Şer çareserî nîne
Derbarê danûstandinên
bi Şamê re, Salih Muslim got: Em dixwazin bi aştiyane pirsgirêkan bi hikûmeta
Şamê re çareser bikin, ji ber ku şer çareserî nîne û em parçebûna Sûriyeyê
naxwazin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek navneteweyî ye ku divê bi hewldanên
navneteweyî were çareserkirin. Hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn aştiyê
dixwazin ji ber ku kes di şer de bi ser nakeve. Şam aştiyeke bê dadperwer
dixwaze, lê em aştiyeke dadperwer dixwazin, ku bêyî wê aştî li Sûriyeyê zehmet
e.
Wî got:
Dewleta zordar û dîktator ne çareserî ye, lê tenê çareserî demokrasî ye,
baştirîn sîstema ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstema nenavendî ye, ku xwedî
formên cûda yên wekî otonomî, herêm, dewlet, konfederasyon e. Ji ber vê yekê,
em ê careke din li Sûriyeyê sîstemek navendî qebûl nekin û em ê venegerin rewşa
berî 2011an. , hilweşandina Hêzên Sûryeya Demokratîk nayê qebûlkirin. Divê herêma me
ji hêla hêzên me ve were parastin, û HSD ji bo vê armancê hatiye afirandin.
Me çek hildane da ku mafên xwe li Sûriyê bixwazin
Partiya
Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) ji rayedarên Tirk re gotiye ku ew
daxwaza aştiyê dikin lê bi kurdên li Rojavayê Kurdistanê re şer dikin. Wan ji
wan re gotiye ku heke ew bi Kurdan re dost in, divê ew bi hemû beşên din ên
Kurdistanê re jî dost bin. Nabe Tirkiyê di hundirê welatê xwe de daxwaza aştiyê
bike û di heman demê de gefê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bixwe, ji ber vê
yekê hikûmeta Tirkiyeyê neçar e ku helwesta xwe ya li ser vê mijarê biguherîne.
Em Kurd dijminatiya Tirkiyeyê nakin û ti pirsgirêkên me bi wê re tune ne. Me
çek hildane da ku mafên xwe li Sûriyê bixwazin.
Mam Celal pirsgirêka Kurd navneteweyî kir
Dema ku
tenduristiya Mam Celal baş bû, soz da me ku şandeyek Kurdî li gel desteya
hemahengiya Erebî sardana wî bikin, lê di wê rojê de ku biryar bû bibînin nexweş
ket, piştî nexweşiyê me sardana wî kir, gelek bîranînên me yên xweş bi Mam
Celal re hene. Wî her tim bi germî pêşwaziya me kir ew cara dawî bû ku min ew bi
Hêro Xan re dît. Mam Celal xwedî kesayetî û giraniya xwe bû. Tokên ku wî
çandibûn niha bûne dar û berhem girtiye. Wekî sosyal demokratek, ku pirgirêka Kurd
kiriye pirsgirêka navneteweyî. Ev hemû bi saya Mam Celal bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

