Sema Begdaş, Berpirsa Têkiliyên Derve ya PYD: Sîstema navendî dê Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe
Kurdistan 12:23 PM - 2025-09-25
PUKMEDIA
Sema Begdaş, Berpirsa Têkiliyên Derve PYD
Sema Begdaş, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya
Demokratîk (PYD) di hevpeyvînek taybet de bi Kurdistan News re, balê dikişîne
ser têkiliya di navbera partiyên siyasî yên Kurd, danûstandinên li Rojavayê
Kurdistanê û hikûmeta Şamê, dabeşbûna komên çekdar ên Sûriyeyê, pêşeroja
pergala siyasî li welêt û bandora welatên herêmî û navneteweyî li ser çarenivîsa
Sûriyeyê.
Di hevpeyvînê de Seme got, em dikarin di destpêkê ve li ser
nenavendîbûnê li hev bikin, piştre gotûbêjê li ser nenavendiya siyasî. Rêveberî,pergola
Federal bikinû desthilatdaran nîşan bikin.
Derbarê peymana di navbera Hikûmeta Şam û PYD de hîn aktîve
û got, Di 10ê Adara 2025`an de, di navbera fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokrat û
serokê Sûriyeyê de rêkeftinek çêbû, ku nêzîkî heşt xalên bingehîn têdebûn têde
tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û mafên gelê Kurd kirin.lê carinan bi
zext û bandorên navçeyê rû bi rû dibin, hin welat hene naxwazin ku Sûrî li ser nerîna
hevpar li hev bikin, lê rêkeftin berdewam dike û civîn berdewam dikin. Em hewl
didin ku rêkeftinê bicîh bînin, lê zêdetir pêwîstî bi deme.
Cewherê mijarê ew e ku divê li Sûriyeyê sîstemeke nenavendî
hebe, ji ber ku Sûriye welatekî pir-pêkhate ye, di nav de Elewî, Durzî,
Îsmaîlî, Kurd, Êzdî û….hene. Sîstemeke navendî li Sûriyeyê ne guncawe û dê me
ber bi şerê navxweyî ve bibe.
Amaje bi wê jî kir ku bê guman, Tirkiyê her projeyek ku tê
pêşniyarkirin red dike, Tirkiyê gelek destwerdanê li Sûriyeyê dike, hemû hêzên
siyasî piştî bûyerên li Suweydayê pêwîst dîtin ku dive li Sûriyeyê pergalek
nenavendî ya rêveberiyê hebe.
Em di warê bicîhanîna sîstemeke nenavendî de li deverên xwe
xwedî ezmûn in. Hemû pêkhate li ser peymaneke civakî li hev kirin, ku wekî
destûreke bingehîn tê hesibandin ku tê de mafên hemû pêkhateyan têne parastin û
xwedî formeke demokratîk e, dikare li seranserê Sûriyeyê giştgîr bibe û tekezî
li ser yekîtîya axa Sûriyeyê kir. Destnîşan jî kir ku heta girûp hene ku
dibêjin Ehmed Şerei nûnertiya me nake, Sûriyê aram û ewle nîne, ji ber ku bûyerên
li Suweyda rû dane li ser destên hemen girûpin ku ne li jêr kontrola Hikûmeta
veguhêz in.
Yekitiya Niştîmanî her tim piştgirîya şoreşa Rojavayê
Kurdistanê kiriye
Pêwendiya me bi Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê re pir baş
û dîrokî ye. YNK di hemû qonaxên dijwar de her tim piştgirîya şoreşa Rojava
kiriye, xwedê helwêsteke zelal bû, di berxwedana Kobanê de ev piştevaniya hate
piştrast kirin. Ev jî mêjûyek heye seroka Mam Celal her tim tekezî li ser
yekîtîya Kurdan kiriye û bi hemû partiyên Kurdan re têkilîyên dîrokî hebûne. Bê
guman, ev pêwendî di dema Şoreşa Rojava de pêş ketine. Her weha beşdarbûna
şandeya me di konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de li
Silêmanîyê nîşaneya vê hevkarî û hevgirtinê ye. Wan her tim ji me re digotin ku
ew amade ne di her tiştî de hevkariyê bikin. Bê guman, partiyên Kurd hewcedarê
hev in di van rewşên hestiyar de ku navçe tê re derbas dibe, nemaze li Rojavayê
Kurdistanê, Kurdan şoreş kirine û pêşengîya projeya demokratîk dikin. Ji bo
misogerkirina mafên xwe li Sûrîyê, pêdivîya wan bi piştgirî û alîkariyê heye.
Em li Silêmaniyê bûn. Ew xwedî ezmûn in, şoreş kirine, têkoşîn kirine û gelek
qurbanî dane.Em dixwazin bi rêya van têkilîyan, em ê hewl bidin ku ji ezmûn û
piştgirîya wan sûd werbigirin da ku şoreşa gelê Kurd û mafên civakên din ên li
Sûrîyê garantî bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

