Rêbwar Taha: Tenê YNK dikare aramî û jiyana hevbeş li Kerkûkê biparêze
Kurdistan 07:54 PM - 2025-10-13
PUKMEDIA
kerkûk
Lîsteya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê ya Hejmar 222 li
Parêzgeha Kerkûkê, bi beşdarbûna namzedan li navçeya Kerkûkê, yekem kombûna xwe
ya giştî li dar xist. Bi hezaran kadro û alîgirên YNKê, û her wiha welatiyên
Kerkûkê beşdar bûn.
Di axaftinekê de di de, Aso Mamend serokê rêxistinên
Kerkuk-Selahedînê yên YNKê, tekez kir ku "YNK partiya pêşeng li Kerkukê ye
û wê wisa bimîne, ji ber ku Kerkûkî beşek girîng a YNKê ne.
Aso Mamend got jî, di demên berê de me li kêleka Kerkûkîyan şerê
dijmin kir, û em ê heta henaseyê xwe ya dawî bi wan re bimînin. Esna pêşkeftina
bajêr di serdema rêveberiya nûh de da.Daxwaz kir ku deng bidin lîsteya 222 ya
YNK.
Ji aliyê xwe ve, Rêbwar Taha Parêzgarê Kerkûkê û Serokê
Lîsteya 222 li navçeya Kerkûkê, di axaftina xwe de got: Salek berê, dema ku min
dest bi kar kir, min soz da we ku em ê rêveberiyek nû ava bikin ku bê cudahî
xizmeta hemî Kerkûkiyan bike, û me soza xwe bi cih anî û ew rêveberî ava kir.
Rêbwar Taha tekez kir: Li Kerkukê, em rêbaza Serok Mam Celal
dişopînin, û ji bo hemî hêz û aliyên Îraqî eşkere bûye ku Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê tekane partî ye ku dikare ewlehî, aramî û jiyana aştiyane li Kerkûkê
biparêze.
Serokê Lîsteya 222 li Kerkûkê behsa pêşkeftin û avakirina ku
li parêzgehê tê dîtin kir, tevî ku rêveberiya nû tenê vê dawiyê erkên xwe
girtiye ser xwe. Wî tekez kir ku, li gorî plana amadekirî, Kerkûk dê di sala
pêş de di warê dabînkirina xizmetguzarî û temamkirina projeyan de, tevî dijwarî
û zehmetiyan gavek kalîte bibîne.
Rêbwar Taha wiha dawî
li axaftina xwe anî: Ji bo ku xizmet berdewam bikin, ev rêveberî xurttir bibe û
fireksiyona parlemanî ya bihêz li Bexdayê Kerkûk biparêze, em bang li we dikin
ku di hilbijartinên 11ê Mijdarê de dengê xwe bidin lîsteya jimare 222 ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

