YNKê şehîdên xwe ji bîr nake û li Bexda xizmetê ji mîratgirên wan dike
Kurdistan 10:49 AM - 2025-10-21
PUKMEDIA
Şehîdê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Dîroka YNKê tijî
serbilindî û fedakariyê ye û bi hezaran çîrokên li çiya û zindanan hene, ku
şahidiya temenê vê hêza siyasî dike ku ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê
kêmtir xemî nekiriye û xwîna şehîdên wan diaxive, bi cûrekê ku her demê
Serok Mam Celal digot: Tişt bi dest YNKê ketiye bi saya xwîna şehîdan e, îro,
YNK bi serokatiya Bafil Celal Talibanî, xizmetkirina ji bo warisên şehîdan
kiriye pêşîniya xwe û xwîna şehîdan pîroz kiriye.
Divê mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê wekhev bên kirin
Leyla Kerîm
Hemedî, namzeta jimare 20 ya lîsta 222 ya YNKê li bazineya Silêmaniyê, ji
PUKMEDIA re ragihand ku eger em herin parlemanê, karê me yê din li parlemana Îraqê
dê li gorî rêgez û bernameyên ku ji aliyê Lîsta 222 û YNKê ve hatine
destnîşankirin be, ew jî ew e ku em li ser made û bendên girîng yên ji bo
Herêman bixebitin,û ji ber nebûna budceyê heya niha kar li ser ne hatiye kirin,
ya herî girîng ji van, wekhevkirina mûçeyên mûçexweran û mîratgirên şehîdan li
herêmê bi Îraqê re ye.
Her weha ragiahd ku eger ez baweriya gel bi dest bixim, pêşîniya min ew e ku ez hewl bidim
mûçeyên mîratgirên şehîdên Herêma Kurdistanê bi mûçeyên mîratgirên şehîdên Îraqê,
bi taybetî, wekhev bikim, ku cudahiyel zêde heye pêwîste wusa nebe, hevdem ezê her wiha bixebitim daku malbatên
şehîdan ji wergirtina pêşîneya hevsergîrî û kursên perwerdehiyê sûd werbigirin.
Emê mafên warisên şehîdan bi yasayê biçespînin
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK her tim hewl daye ku xizmeta warisên şehîdan bike, û
biryardar e ku di pêşerojê de di parlemana Îraqê de zêdetir ji bo warisên
şehîdan bixebite û mafên wan bi yasayê bicîh bîne.
Birako Şêrko
Fatih, namzedê jimare 22 li lîsta 222 ya PUKê li bazineya Kerkukê, ji PUKMEDIA
re ragihand ku, Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) her tim hewl daye ku
xizmeta mîratgirên şehîdan bike û di demên berê de jî ji bo vê yekê gelek kar kiriye,her
weha got: Di pêşerojê de, divê YNKê di parlemana Îraqê de zêdetir ji bo warisên
şehîdan kar bike û mafên wan bi yasayê bicîh bîne, ji ber ku ez kurê şehîdan im
û êşa warisên şehîdan fêm dikim, eger ez baweriya gel bi dest bixim, pêşîniya min ew e ku hewl
bidim xizmeta hemû mîratgirên şehîdan bikim û ezê bê tirs ji bo mafên wan şer
bikim û xizmeta gel bikim.
Navê Partiya Şehîdan li ser navê YNKê hatiye dayî.
YNKê li
Herêma Kurdistanê xwedanê hejmara herî zêde ya şehîdan e, ji ber vê yekê navê
Partiya Şehîdan lê hatiye kirin, li gorî tomarên Mekteba Şehîd û Tekoşerên
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), zêdetirî 26 hezar şehîdên YNKê hene.
Têgeha şehîd
nasname, dîrok û serweriya YNKê ye.
Têgeha şehîd
ji bo YNKê hemû cudahîyên tîne cem hev,
têgeha herî pîroz ya di pileya herî bilind ya di nav YNKê de ye,ev têgeh komkerê
hemû cudahiyên di nav rêzên YNKê de ye ku pîroztirîn têgehe di asta herî bilind
de li cem YNKê, nav û nirxa mezin ya şehîd her tim di çalakî û civînên YNKê de
zû hebûye û berî her gotin û gotinên din, li ber giyanên paqij yên şehîdan
rawestiyaye, peyam û gotinên şehîd bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

