Şêx Cefer:Xelkê Derbendîxan û Qeredax xwedanê YNKê ne
Kurdistan 10:32 PM - 2025-10-25
Nivîsgeha Ragihandina Şêx Cefer Şêx Mistefa
Mistefa, Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ya YNKê
Îro roja
Şemiyê rêkefta 25-10-2025 an Serokê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cafer Şêx Mistefa li gundê Miçê Kiwêr
yê herêma Qeredaxê serpereştiya kernevaleke girseyî kir ku ev
çalakî ji aliyê Asoy Hama Reûf ve, ji bo akinciyên Qeredax û
Derbendîxanê, bi armanca piştgiriya lîsta 222 ya Yekîtiya Neteweyî ya
Kurdistanê, hate lidarxistin ku di kernevalê de, Şêx Ehmed Heme Kerîm, endamê Mekteba Siyasî û
Berpirsê Bazineya hilbijartinê ya Germiyanê, Salar Mehmûd, Berpirsê Melbenda
rêxistina Germiyanê, Cemalî Elî Mîna, Berpirsê Bazineya hilbijartinê ya
Derbendîxanê yê 20 û hejmareke mezin ji kesayetên civakî bi wêrekî serdana akinciyên
Derbendîxan û Qeredaxê kirin ku wan tu carî serê xwe li hember dagirkeran
netewandine û hejmareke mezin ji kurên xwe di şoreşa nû ya gelê me de feda
kirine û akinciyên wê êşên Enfal, koçberî û şewitandina erdên xwe kişandin.
Behsa wê
yekê kir ku gelê van herdu herêman dîroka bi heybet ya YNKê baş dizanin û ji
wan re eşkere ye ku çawa YNKê di rewşa herî bê hêvî de li hember rejîma Beisê
li ber xwe da û ji bo wan û tevahiya gelê Kurdistanê hêvî anî, lewra ew
xwedanê YNKê ne.
Paşê Berpirsê
Civatê got: Piştî serhildanê, Serok Mam Celal bi xwe girîngiyeke mezin daye vê
herêmê, di heman demê de YNKê bi qasî ku ji destê wê dihat xizmet ji van
herêman re kiriye û xwendingeh, projeyên avê, rê û navendên tenduristiyê peyda
kiriye, ew pîlan dike ku di pêşerojê de zêdetir xizmeta wan bike, ji ber vê yekê
em piştrast in ku akinciyên kedkar yên herêmê dê piştgiriyê bidin YNKê û
bernameyên wê.
Derbarê
hilbijartinan de jî, wî tekez kir ku hilbijartin ne tenê mijarek girêdayî YNKê
ye, lê bûye mijarek neteweyî, niha girseyên gelê me dikarin deng bidin, daku li Bexdayê, mafên wan yên rewa
biparêzin, û ji bo vê armancê girîng e ku piştgirîya Lîsta 222 ya YNKê were
kirin, ku kesên baş û xwedî ezmûn destnîşan kiriye, ji bo ku bi riya derxistina yasayên
guncaw di Civata Nûneran ya Îraqê de, baştir xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê
bê kirin.
Her weha
aşkere kir ku, ji ber vê
yekê, di roja hilbijartinê de, hûn û xizmên we, bi taybetî dayîk û xwişkên ku
beşek girîng a civakê ne, herin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzedên
hilbijartî yên YNKê û bi xwedê û millet, emê serkeftinê pîroz bikin.
Di beşek din
ya kernevalê de, Şêx Ehmed Heme Kerîm û Cemalî Elî Mîna axaftin kirin û li ser
girîngiya piştgiriya Lîsta 222 yê YNKê axivîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

