YNKê ji bo baştirkirina jiyana karker, bazirgan û pîşeweran kar dike
Kurdistan 01:48 PM - 2025-11-01
PUKMEDIA
Karker û logoyê YNKê
Yekîtîya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) wekî partiyeke siyasî li Herêma Kurdistanê û Îraqê, hewl
daye ku mafên çîna karker û pîşeweran biparêze û ji bo baştirkirina debara wan
proje û bernameyên cûrbecûr pêşkêş bike, lê, YNKê hemû hewlên xwe daye daku derfetên kar peyda bike û projeyên
piçûk hêsan bike,di vê Gera Şeşemîn ya Civata Nûneran ya Îraqê de, YNKê pîlan û
stratejiyên girîng danîne daku xizmeta çîna karker, bazirgan û pîşeweran bike.
Serok Bafil armanc dike ku jiyana karker, esnaf û pîşeweran baştir bike.
Hakim Elmas Fazil, namzedê hejmare (20) yê bazineya Kerkûkê di lîsta 222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, ji malpera PUKMEDIA re ragihand ku,YNKê her tim rol, xebat û hewldanên çîna karker, bazirgan û pîşeweran li ber çavan girtiye û di bernameya karê ya vê gerê de, ku rasterast ji hêla Serok Bafil ve tê çavdêrîkirin, dixwaze sîgortaya civakî û tenduristiyê ji bo vê çînê peyda bike.
Wî her wiha got: YNKê di demên berê de jî gelek kar ji bo çîna karker, bazirgan û pîşewer kiriye û vê carê dixwaze maf û mafên wan bi tevahî misoger bike, ji bilî sîgortaya civakî û tenduristiyê, ew hewl dide ku mekanîzmayekê ava bike daku ew piştî temenê xwe yê pîrbûnê xanenişîn bibin û ew salên xebata xwe ya dijwar winda nekin û bikaribin sûdê jê werbigirin.
Em hewl bidin ku jiyana karkerên herêmê mîna karkerên welatên pêşketî bin
Di dema borî de Serok Bafil çend caran digel nûnerên karker û pîşeweran civiya û guh li daxwazî û pirsgirêkên wan girt û hewla çareseriya pêwîst ji bo wan da û nûnerên YNKê di nav hikûmet de raspard ku kar asaniya tememî ji bo wan bikin û hewla bidestxistina mafên wan bidin, di wê derbarê de Dr. Nebez Mecîd Emîn, namzedê hejmare 22 ya Hewlêr ya lîsta 222 ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji malpera PUKMEDIA re ragihand ku, karnameya YNKê ya ji bo Gera Şeşemîn ya Parlemana Îraqê piralî ye û pîlaneke ji bo xizmetkirina hemû çînan li xwe digire û yek ji van çîna karker, bazirgan û pîşewer in û em hewl didin ku mafên wan yên tevahî bi dest bixin daku ew jî mîna karkerên li welatên pêşketî yên wekî Malezya û Sîngapûrê mafên xwe bi dest bixin..
Dr. Nebez Mecîd di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) lêkolîneke zanistî li ser rewş û xweşguzeraniya hemû welatiyan kiriye û dê bi pîlan û bernameyeke bi hêz ji bo vê gerê biçe Bexdayê û em hewl didin rewşa aborî ya xelkê baştir bikin, pîşesazî, bazirganî û çandinî ew kert in ku em ji bo baştirkirina rewşa aborî kar dikin,ev yek dê bandorek rasterast li ser jiyana karker, bazirgan û pisporan bike da ku karên çêtir bi layiq û mafên zêdetir ji wan re peyda bike.
Parastin û misogerkirina mafên karker, pîşewer û bazirganan di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ne hewldanek nû ye û partî ji destpêkê ve bi agirê xizmetkirina vê çînê hate damezrandin û serdema çiya de xebat kiriye daku jiyana wan biguherîne û paşê hewl da ku sendîka û rêberan di têkoşîna bajêr de ava bike û bi berdewamî ji bo xizmeta xwe di hikûmetên cûda de pêşnûmeyên nû pêşkêş kirine,niha jî YNKê, bi serokatiya Bafil Celal Talebanî, hewldanên xwe ji bo xweşgûzaraniya karkeran zêde kiriye.
PUKMEDIYA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

