Dengên YNK du qat ji hemû partiyên din zêdetir bûne
Kurdistan 11:53 AM - 2025-11-10
PUKMEDIA
logoya YNK
Duh 9/11/2025 dengdana taybet ji bo şeşemîn xola
parlementoya Îraqê li Îraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir, û rêjeya dengdanê di
asteke bilind de bû. Li gorî encamên nefermî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
dengdana taybet de li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Germiyan, Raperîn û
Koyê bi ser ketiye û yekem e, û li Hewlêr û Nînewa bi rêjeyeke pir deng zêde
kiriye, bi awayek li gor encamên destpêkê heta niha zêdetirî 83,000 deng bi
dest xistiye, ku li gor hilbijartinên berê 100% deng zêde kiriye. Li gorî
PUKMEDIA, dengên YNKê di dengdana taybet de li gorî hemû partiyên Kurdî du qat
zêde bûne.
YNK li piraniya parêzgehan di rêza yekem de yeDerbarê birêveçûna piroseyê Hesen Selman, şêwirmendê yasayî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê got: Rêjeya beşdarbûnê di dengdana taybet de bilind bûye ku ti carî tiştê we tomar nekiriye, Li gorî encamên destpêkê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên taybet ên li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Helebçe û Germiyanê de bi ser ketiye, di heman demê de parêzgehên Hewlêr û Nînewa jî herî zêde deng bi dest xistine.
Derbarê hebûna pirsgirêka ne xwendina pencemorê dengderan de, Cumene Gelayî berdevka komîsyonê got: Pirsgirêka nexwendina tilî more dengdêran çareser bûye, di dema nexwendina tiliyê de kamîreyek heye ku rûyê dengder digre û berewirdî wêneye karta beyometrîk ê dengder tê kirinû eger li yek hatin ew deng dide.
YNK zêdetirî 83 hezar deng bi dest xistYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêjeya dengên xwe li gorî hilbijartinên berê yên 2021an 100% zêdetir zêde kiriye ku li gorî encamên destpêkê zêdetirî 83,000 deng bi dest xistiye û piraniya dengderan li parêzgehên Herêma Kurdistanê bûn.
Sindûqên dengdanê di demjimêr 6:00 êvarê bi amadebûna çavdêrên navxweyî û navneteweyî û nûnerên partiyên siyasî bi awayekî elektronîkî hatin girtin.
Piştî bidawîbûna proseyê, Mihemed Şeya Sûdanî peyamek weşand û tê de endamên hêzên ewlehî û leşkerî bi boneya bikaranîna mafên wan ên destûrî û beşdariya wan a çalak û hişmend di pêvajoya hilbijartinê de û destnîşankirina nûnerên wan di parlementoya bê de pîroz kir. Tekez kir ku erkê wan ê neteweyî ew e ku ji bo hilbijartinan jîngeheke aram bo hilbijartinan peyda bikin û pêşî li her binpêkirin an bandorê li ser pêvajoyê bigirin.
Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan (IHEC) li hemû parêzgehên Îraqê milyonek û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê mafê beşdarbûna di dengdana taybet de hebûn, di nav wan de nêzîkî 270 hezar dengdêr li herêmê, ku ji bo 809 navendên dengdanê hatibûn amadekirin, li 4 hezar û 501 wêstgehên dengdanê deng dan, û 26 hezar û 538 kesên koçberên navxweyî, Ji bo wan 97 navend li 27 wêstgeh hatine amadekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

