Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Îro demjimêr 6ê danê êvarê dengdana giştî bo Gera Şeşem ya Hilbijartina
Civata Nûneran ya Îraqê bi dawî bû û li
gorî encamên ne fermî, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li piraniya bajar
û bajarokên Herêma Kurdistanê serkeftinên mezin bi dest xist.
Li gorî PUKMEDIA, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha
Helebce, ji bilî ku hêza yekem e, hejmara dengan jî bi awayekî berbiçav zêde kiriye,her
weha li Koyê, YNKê bi awayekî berbiçav hevrikên xwe li paş xwe hiştiyeer wiha,
serkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Raperînê bêhempa ,
hye û yekem partiyan e û ferqek mezin bi partiyên din re heye.
Bi giştî, dengên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li deverên veqetandî
pir zêde bûneû li parêzgeha Kerkûkê, di navbera partiyên Kurdî de hevrikî ji bo
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tune ye, her weha li Xaneqîn û Xurmatûyê,
dengên xwe zêde kirine û li Xaneqînê di rêza yekem de ye.
Li parêzgeha Neynewa, YNKê, ku di çarçoveya Hevpeymaniya (Yekîtiya Xelkê
Neynewa) de beşdarî hilbijartinan bû, hejmareke mezin ji dengan bi dest xist û
tê payîn ku dengên zêdetir jî bi dest bixe.
Li gorî encamên ne fermî, li Hewlêrê YNKê hêza duyemîn e û deng zêde
dibin, ji bilî hin bajarokên parêzgeha Duhokê, YNK hêza duyemîn e û gelek deng
bi dest xistiye.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi zêdetirî 150 namzetan li heşt
parêzgehên Îraqê beşdarî hilbijartinên Civata Nûneran ya
Îraqê yên pêşerojê bû û li parêzgeha Neynewa, Yekîtiya Xelkê Neynewa bi îsta hejmara
281 namzetan û bi 31 namzetan beşdar bû.
Roja 9ê Mijdara 2025an, hilbijartinên taybet ji bo gera şeşemîn ya Civata
Nûneran ya Îraqê hatin lidarxisti,li gorî Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinan di hilbijartinên taybet ên şeşemîn gera Civata Nûneran ya Îraqê de
1 milyonek û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê mafê dengdanê hebûn.
Ji wê hejmarê jî êzîkî 270 hezar dengdêr li Herêma Kurdistanê bûn, ku
809 navendên dengdanê hebûn ku li 4 hezar û 501 navendên dengdanê deng dan her
weha 26 hezar û 538koçberên navxwe mafê dengdanê li 97 navendên dengdanê yên li 27 navendên
dengdanê hebûn.
Îro demjimêr 7:00ê danê sibê heşt hezar û 703 navendên dengdanê, ku 39
hezar û 285 navendên dengdanê ne pêk tên di rûyê dengderên Îraq û Herêma Kurdistanê
de vebûn ku dengder dê ji 7 hezar û 700 namzedan 329 hilbijêran bo endamên
Civata Nûneran ya Îraqê hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

