Çend partiyên Kurdî ji bo windakirina kursiyek li Kerkûkê berpirsiyar bûn.
Kurdistan 11:47 AM - 2025-11-13
PUKMEDIA
Kerkûkê
Beşdarbûna serbixwe ya çend partiyên Kurdî li Kerkukê hejmara kursiyên Kurdan
li parêzgehê ji bo hilbijartinên parlementoya Îraqê kêm kiriye, rojnamevanek
dibêje: Mixabin, ev partî giraniya xwe li parêzgehê dizanin û bi zanebûn bûne
sedema windakirina deng û kursiyên Kurdan.
Beşdarbûna hejmarek partî di hilbijartinan de bûna sedema windakirina
dengan û kursiyên Kurdan li Kerkukê. Li gorî amarên dengdêran û alîgirên wan û
li gorî hilbijartinên berê wan zanîbûn ku namzedên wan dê dengên têr bi dest
nexin û dîsa jî beşdar bûn, ku ev yek ji bo kêmkirina kursiyên Kurdan li
Kerkukê zirardar bû.
14 partî beşdarî li ser asta Kerkûkê beşdarî hilbijartinên encûmena
nûnerên Îraqê bûnku 5 partî kurdî têde bûn ji wan YNK 4 kursî bidest xist û PDK
jî kursiyek, di heman demê de Newey Niwê û Bereya Gel û Partiya Sosyalîst a
Demokrat a Kurdistanê bûne sedema jidestdan û windakirina 14,813 deng winda
kirin.
Di vê derbarê de Aryan Mihemed, sernivîskarê malpera PUKMEDIA got: Beşdarbûna
serbixwe ya çend partiyên Kurdî li Kerkukê di hilbijartinên parlementoya Îraqê
de bû sedema windakirina gelek dengan û kursiyên Kurdan li parêzgehê kêm kir.
Wî got: Mixabin, ev partî bi xwe ji destpêkê ve giraniya xwe
li parêzgehê dizanin û dizanin ku ew nikarin deng û kursiyan bi dest bixin, lê
beşdarbûna wan di lîsteya serbixwe de ji bo Kurdan windahiyek mezin e.
Di hilbijartinên parlementoya Îraqê yên li Kerkukê de 65.2%
welatiyan deng dan, ku jimareya niştecihên parêzgehê 1 milyon û 815 hezar û 834
kes in, ku ji wan 958 hezar û 141 kes di 330 navendên dengdanê de deng dan, ku
13 kursî hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

