Namzedên parlemenê yên derketine dê sond bixwin
Kurdistan 12:13 PM - 2025-12-27
PUKMEDIA
Avahiya Civata Nûneran ya Îraqê
Namzetên parlemena Îraqê yên derketine di vê hefteyê dê sond bixwin û dê
hewl bidin ku serokatiya civatê hilbijêrin, lê eger di civîna yekem de ne karîn serokatiya civatê
hilbijêrin, divê ew di nav 15 rojan de serok û du cîgirên xwe hilbijêrin,kucîgirê
duyem ji bo Kurd dibe,namzedek ji fraksiyona YNKê dibêje: Alî hîna li ser
namzedên xwe yên ji bo posta serokê civatê li hev nekirine.
Cîgirê duyemîn yê serokê parlemenê ji bo Kurd e
Serokkomarê Îraqê roja 16ê Kanûnê civîna yekem ya Şeşemîn ya Civata
Nûneran destnîşan kir,bi vê yekê jî hemû aliyên sîyasî neçar bike ku berî dema
diyarkirî ya destûrî lez bikin daku hikûmetekê pêk bînin û hilbijartinên
serokatiyan li dar bixin,Herêm Kemal Axa namzedê derketî yê Fraksyona Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran ya Îraqê taybet ji PUKMEDIA re
ragihand ku, li gorî destûrê, serokkomarê Îraqê namzedên civîna nû ya parlamena
Îraqê vexwendiye ku roja 29ê Kanûna 2025an, bi serokatiya namzedê bi tementirîn
kes civîna xwe ya yekem li dar bixin.
Her weha aşkere kir ku li gorî rêkeftina siyasî, serokê parlamenê dê ji
bo Sunniyan, cîgirê yekem dê ji bo Şîeyan û cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê
jî dê ji bo Kurdan be, her wiha,
eger di rûniştina yekem de serok û cîgirên serokên parlemenê neyên hilbijartin,
dê 15 roj dem ji parlemenê re were dayîn ku serokatiya xwe hilbijêre.
Alî ji ber dema diyarkirî ya destûrî di bin fişarê de ne
Divê Parlamena Îraqê di nav 30 rojan de ji roja yekem ya rûniştina xwe
serokkomarekî nû hilbijêre, dema diyarkirî ya destûrî ji bo hilbijartina
serokkomar û pêkanîna hikûmetê dest pê dike, piştre jî li gorî madeya 76an ya destûrê, serokkomarê nû
dê di nav 15 rojan de mezintirîn fraksiyona parlemanî ji bo pêkanîna kabîneya
nû destnîşan bike, her weha Serokwezîrê destnîşankirî divê di nav 30 rojan de
navên wezîran û bernameya hikûmeta nû pêşkêşî Civata Nûneran bike daku baweriya
parlemenê werbigire.
Sunnî zerermendên yekem yên dema destûrî ne
Ev yek di demekê de ye ku,Erebên Sunnî zerermendên yekem yên dema dawî
ya destûrî ne, ji ber ku qonaxa yekem ya pêkanîna hikûmetê bi hilbijartina
serokê Civata Nûneran dest pê dike, ev tê wê wateyê ku divê Sunnî berî her aliyekî din
biryar bidin ka li gorî kevneşopiya siyasî dê posta ku bikeve destê civakê, lê
li gorî raportek rojnameya Şerq El-Ewset, Sunnî hîna li ser namzedekî li hev
nekirine.
Nakokiya siyasî ya Sunnî bi giranî di navbera Partiya Teqedum ya bi
serokatiya Mihemed Helbûsî û hevpeymaniya Ezim ya bi serokatiya Musene Samarayî
de ye, Helbûsî rijde ku ev post ya partiya wî dibe, wekî mezintirîn fraksiyona civaka
Sunnî, bi vê yekê Sunnî niha di bin fişara dem û siyasî de ne, ji ber ku eger
ew nikaribin bi xwe biryarê li ser postê bidin, serokkomar dê bi dengdana
veşartî li parlamenê were hilbijartin.
Şîe di dabeşbûnek kûr de ne
Şîe her çende pirsgirêkên wan yê demê nînin, ji ber ku hilbijartina
serokwezîr qonaxa dawî ya avakirina pêkanîna hikûmetê ye, lê, ew di dabeşbûnek mezin de ne,
ku xwe di çarçoveya hevrêziyê de dibînin, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî, û Serokê Hevpeymaniya
Dewleta Yasa Nûrî Malikî û serokwezîrê berê Heyder Ebadî li ser hikûmeta welêt
li hev nekirine, her weha
ev nakokî her wiha hevpeymaniyeke nû ya Hadî Amirî û Şibl Zeydî, ku 30 endamên
parlemanê hene, anî nav danûstandinan, bi vê yekê nakokiyên wan kûrtir kir û
hevkêşeya ku wan ji bo belavkirina postan destnîşan kiriye tevlihev kir.
Posta Serokkomar hîna ne hatiye yekalî kirin
Her çend egirêdayî Kurd jî ku post ji bo Kurd e, hîna çi pêşveçûn bo
diyarkirina wê postê çênebûye, ji ber ku ew hevdem e digel danûstandinên ji bo pêkanîna kabîneya
dehemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Herwiha YNKê tekez dike ku ev post di nav Kurd de
ji bo YNKê ye, her wiha eger
heye ku ew di pakêtek de bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li ser pêkanîna
hikûmeta nû û dabeşkirina postên li Hewler û Bexdayê biryar bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

