Raporteke belgekirina tawanên li dijî welatiyên Kurd li rojavayê Kurdistanê
Kurdistan 01:29 PM - 2026-01-28
PUKMEDIA
Sûriyê
Rojnamevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê raporek li ser
binpêkirinên ku ji hêla artêşa Sûriyeyê ve li dijî sivîlan li deverên Şêx
Meqsûd, Eşrefiye, Tebqa, Reqa, Dêra Zorê, gundewarê başûrê Hesekê û Helebê
hatine kirin, weşandin.
Raport binpêkirin û sûcên ku li dijî sivîlan, şervanên Hêzên
Demokratîk ên Sûriyeyê û endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî, ji bilî rewşên ne
diyarbûna bi zorê hatine kirin, belge dike. Hin ji binpêkirinên ku di raporê de
cih digirin ev in:
* Di 6ê Çileya 2026an de, artêşa Sûriyeyê êrîşî bêserûber li
taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kirin, ku di encamê de şeş kes hatin kuştin.
* Di 8ê Çileya 2026an de, xortê bi navê Osman Îbrahîm Misrî
bi gulebarana girûpên artêşa Sûriyeyê hate kuştin.
* Di 8ê Çileya 2026an de, artêşa Sûriyeyê li gundê Şûtka
(Efrîn) malbatek armanc girtin û tevahiya malbatê kuştin.
* Di 9ê Çileya 2026an de: Hikmet Îsmaîl Taşo (21 salî) li
taxa Şêx Meqsûd di encama topbarana bêserûber a hêzên artêşa Sûriyeyê de hat
kuştin.
* Welatiyekî Kurd ê pîr ji ber nasnameya wî ya siyasî ji
aliyê girûpên bi ser artêşê ve hat kuştin.
* Topbarana dijwar a di 6ê Çileya 2026an de bû sedema
birîndarbûna 52 sivîlan û talan kirina bi dehan malan.
* Binpêkirina pîroziyên cenazeyan 10/1/2026: Belgekirina
avêtina termê şehîd DenîzÇiya ji balekonê û binpêkirina hurmeta wî .
* Kuştina meydanî: Belgekirina kuştina çar birayên sivîl li
taxa Eşrefiyê
* Komkujiya Şêx Meqsûd: Kuştina 13 sivîlan di 10ê Çileya
2026an de, belgekirina serjêkirin û û jêkirina endamên mirovan.
* Girtiyên Şer: Belgekirina rezîlkirina keçên Kurd di dema
girtina wan de di 8ê Çileya 2026an de.
* Oparesyonên pelçiqandin ş civlandina şervanan: Vîdyo nîşan
dide ku şervanên Kurd ji hêla otombêlên leşkerî ve têne pelçiqandin.
* Şikandina Goran: Endamek bi navê Ramî Yûsif el-Deheş keziya
şervana kurd jêkir, û êrîşek din jî li ser gorên şervanan li Şedadiyê kir.
* DAIŞ û Artêşa
Sûriyeyê: Belgekirina bilindkirina alayên DAÎŞê û hawarkirina sirûdên wan piştî
ku bi cilên artêşê ketin Reqayê.
کلیک لێرە بکە
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

