Melbenda Hewler bo Salvegera 1ê Sibatê: Terorîst li dijî Kurd in
Kurdistan 09:36 PM - 2026-01-31
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Melbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di
salvegera 22yemîn ya karesata 1ê Sibatê de peyamek belav kir û
ragihand ku, di vê salvegerê de, em pabendbûna xwe ya ji bo şerê
li dijî terorê dubare dikin û dibêje: Divê em yekîtiya li
Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin bingeha yekîtiya gelê xwe
li her çar perçeyên Kurdistanê.
Naveroka Peyamê.
Ji bo
bîranîna trajediya 1ê Sibatê, emê şerê li dijî terorîzm û tundrewiyê bidomînin.
Îro 22
saliya êrîşa terorîstî ya li ser melbenda 3 ya melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) û liqê 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê derbas dibe di roja yekem ya Cejna Qurbanê de, di 1
Şibat ya sala 2004an de, du terorîstên girêdayî rêxistina terorîst ya Ensar Sue
êrîşeke xwekuj pêk anîn 105 ji welatî, serkirde û endamên herdu
partiyan şehîd kirin û gelekên din jî birîndar kirin.
Di vê
boneya xemgîn de, em rêz ji bo giyanê şehîdan digirin û wek serwerî û
serbilindî em rêz li birîndarên karesatê û malbatên şehîdan digirin û emê bi
hev re rêya şehîdan bidomînin û divê em bîranîna karesatên ku
di demên berê de bi serê gelê me de hatine û yekîtîya ku li Kurdistanê heye,
bikin piştgirîya Rojavayê Kurdistanê, bingeha yekîtî û hevgirtina gelê me li
her çar perçeyên Kurdistanê.
Di vê êşa mezin a miletê me de, em ji her kesî re
bibîr tînin ku dagirker û terorîst bi pêkanîna tawana qirkirinê di 1ê Sibatê de
û hemî êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê, çi ferqê naxin navbera reng û dengên
cuda yên civaka Kurdewariyê.
Gelê Kurdistanê bi xwepêşadanên xwe bang li hemû
hêzên siyasî yên li Kurdistanê dike ku îro roja neteweyî ya Kurd û (Hemû Kurd Yek
e) û tenê yekîtî di navbera partiyan me de kême.
Bi vê
boneyê, di demekê de ku em girîngiya xwe ji bo xurtkirina yekîtî û hevgirtina
hêzên siyasî yên Kurdistanê tekez dikin, em rijd in ku li dijî terorîstan şer
bikin, destkeftiyên gelê xwe biparêzin û pêş bixin û bê cudahî xizmeta
welatiyan bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî bikin.
Werin em
vê roja şînê ji bo xelkê Hewlêrê bikin handanek ji bo kakirin ji bo
jiholêrakirina terorîzm û terorîstan li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê,ji
ber ku kiryarên terorîstî nikarîn pêşveçûna gelê Kurdistanê asteng bikin,ji
ber vê yekê, divê xwîna şehîdên me me bibe ahnder ku em xizmeta xizmên şehîd û
birîndarên 1ê Sibatê û xelkê xweşewîst û wêrek ê Hewlêrê bikin.
Silav ji
bo giyanê şehîdan û rêz û dilsoziya xwe ji malbatên şehîd, birîndar û kêmendamên
karesata 1ê Sibatê re dubare dikin.
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê
Melbenda
3 ya Hewlêrê
31-01-2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

