Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de bi qedexeya derketina derve re dikeve warê cîbicîkirinê
Kurdistan 01:37 PM - 2026-02-02
PUKMEDIA
Heseke
Hevpeymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de îro Duşemê, 2/2/2026, dikeve ware cîbicîkirin ku li
gorî wê hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Demkî li xalên
diyarkirî di hundirê bajarên Hesekê û Kobanî de di roja diduyên a Sibatê de bi
cih dibin.
Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî di 30ê Çileya borî
de gihîştibûn peymaneke giştî ya agirbestê, ku têgihiştinên li ser pêvajoyeke rêzeyî
ya yekkirina hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du aliyan de dihewîne.
Peyman vekişîna hêzên leşkerî ji xalên rûbirûbûnê, ketina
hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxwe bo navenda bajarên Hesekê û Qamişlo,
û destpêkirina pêvajoya yekkirina hêzên ewlehiyê li herêmê li xwe digire. Her
wiha, peyman li ser avakirina lîwayeke leşkerî ku sê tîmên Hêzên Sûriya
Demokratîk pêk tê, tevî avakirina lîwayeke taybet bi hêzên Kobanî di çarçoveya
tîmeke ser bi parêzgeha Helebê de, pêk tê.
Di peymanê de yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser di nav
saziyên dewleta Sûriyê de tevî çespandina karmendên sivîl jî heye.
Her wiha li ser sererastkirina mafên sivîl û perwerdehiyê
yên gelê Kurd û misogerkirina vegera koçberan bo herêmên wan li hev hatiye
kirin.
Peyman armanc dike ku axa Sûriyê yek bike û pêvajoya yekbûna
temam li herêmê bi rêya bihêzkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de
û yekkirina hewildanan ji bo avakirina welat pêk bîne.
Di çarçoveya pêkanîna bendên lihevkirinê de duh ( 1 Sibat
2026) şandeyek nûnerên hêzên ewlekariya hundirîn ên Helebê serdana Kobanê û bi
rêveberiya Asayîşê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê, vekişîna
QSD’ê, amadekariyên entegrekirina Asayîşa Kobanê di nava rêveberiya Hêzên
Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Helebê de hatin nîqaşkirin. Şandeyek din bi
heman armancê serdana Hesekê û Qamişloyê kir.
Duh Asyîşa Kantona Cizîrê bi armanca parastina ewlehiya
herêmê qedexeya derketina derve li bajarên Hesekê û Qamişloyê ragihand. Li
Heseke qedexe îro (duşem 2 Sibat 2026) dest pê kir û li Qamişloyê jî sibe dest
pê dike. Asayîşê bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.
Neteweyên Yekbûyî, DYA, Frans, Brîtanya, Misir, Erebistana û
hin welatên din piştgirî da lihevkirina QSD û hikumet demkî û wekî gaveke
girîng ber bi kêmkirina rageşiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi nav kir.
Her wiha banga pêkanîna lihevkirinê û rêzdariya li hemberî agirbestê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

