YNK hewl dide pirsgirêkên niştecihên taxa Newrozê çareser bike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-02-22
PUKMEDIA
Kerkûk
Nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser asteke bilind de, ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên Kurd ên li taxa Newroz a Kerkûkê li ser xetê ne û radigihînin: Raftara artêşa Îraqê nayeasayî ye û em nahêlin li Kerkûkê neheqî li Kurdan bê kirin û em serdegirtina ser malên Kurdan qebûl nakin. Parêzgarê bajêr jî dibêje: Tiştê qewimî tenê helwesta çend efserên artêşê bû, lewma em ê bi rêya yasayî vê pirsgirêkê çareser bikin.
Îro 22ê Şibata 2026an, Rêbwar Teha Parêzgarê Kerkûkê bi armanca şopandin û çareserkirina pirsgirêkan gihîşt taxa Newroz a Kerkûkê û ragihand: Ev xanî bi salan e pirsgirêka wan heye û xaniyên dewletê ne. Tiştê qewimî helwesta çend efserên IÎaqî ye ku van xaniyan wekî milkê xwe dibînin. Pêwîste bi rêya yasayî çareserî ji vê pirsgirêkê re bê dîtin, lewma divê niha xwediyê malan vegerin cihên xwe û paşê wekî îdareya Kerkûkê em ê her çareseriyeke yasayî hebe pêk bînin û rênimayên pêwîst bigirin ber dest."
Nûnerê Yekîtî: Em nahêlin li Kerkûkê neheqî li Kurdan bê kirinBireko Şehîd Şêrko Fatih Şiwanî, endamê Encumena Nûnerên Îraqê ji fraksiyona Yekîtî, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî (PUKMEDIA) re ragihand: Em êrîşa ser çend malên Kurdan li taxa Newroz a Kerkûkê şermezar dikin, ji ber ku artêşa Îraqê bi bê agahdarkirin bi şev çûnr û daxwaza valakirina malan ji wan kiriye.
Got jî: Raste xwediyên van xaniyan ku hejmara wan di navbera 10 heta 25 malan de ye, çend caran hatine agahdarkirin ku zeviyên wan li ser navê Wezareta Parastinê ne, lê piştî pêvajoya azadiyê kirîn û firotin bi van zeviyan re hatiye kirin ku divyebû ev pirsgirêk di çarçoveya qanûnê de bihata çareserkirin.
Amaje bi wê yekê jî kir: Niha hinek ji wan hêzan vekişiyane û em li ser xetê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê û em nahêlin li Kerkûkê neheqî li Kurdan bê kirin.
Reftara artêşê neyasayî yeReftarê artêşa Îraqê li hemberî malbatên Kurd wek neyasayî tê dîtin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nav hewildanan de ye.
Hevdem Dîlan Xafûr, endama Encumena Nûneran a Îraqê ji fireksiyona YNKê, ji malpera fermî (PUKMEDIA) re ragihand: Em bi tundî êrişa artêşa Îraqê ya li ser malbatên taxa Newroz şermezar dikin, ev reftarê artêşê li dijî malbatên Kurd neyasayî ye û em wê red dikin.
Her wiha diyar kir ku ew bi berpirsên bilind re di peywendiyê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê û bang li Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî kir ku bi lezgînî destwerdanê bike da ku dawî li binpêkirinên artêşê bîne û rewşa taxê asayî bike.
PUKMEDIA
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

