Aliyên Kurdistanî biryara cudakirina Celewla ji Xaneqînê red dikin
Kurdistan 01:31 PM - 2026-02-26
PUKMEDIA
Kongreya rojnamevanî ya Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Rêvberiya Herêma kurdistanê
Aliyên Kurdistanî yên navçeya Xaneqînê îro, roja Pêncşemê, digel
Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê
re civiyan.
Di civînê de,
biryara dawî ya veguherandina navçeya Celewla ya navçeya Xaneqînê bo navçeyekê
hate gotûbêjkirin, û civînê piştrast kir ku ev biryar ne li gorî yasayî ye.
Fehmî Burhan, Serokê
Desteya Giştî ya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, di
kongreyek e rojanamevaniyê de ku PUKMEDIA rûmala wê kir hat lidarxistin, ragihand
ku tiştên ku niha di warê hewldanên guhertina demografiya navçeya Xaneqînê de rû
didin hewldanên ne yasayî ne û li dijî bendên madeya 140-an in.
Her weha got: Em
her hewldanek ne destûrî ya ji bo guhertina sînorên îdarî yên Deverên Veqetandî
red dikin, û emê hemû bi hev re kar bikin daku van kiryarên ne yasayî
rawestînin û emê xelkê navçeya Xaneqînê bi tenê nehêlin, û em bawer dikin ku
erkê me ye ku di asta hikûmetî û gel de ji bo piştgiriya navçeya Xaneqînê bi
dijwarî kar bikin.
Her weha got: Emê
bi hikûmeta federal re kar bikin daku van biryarên ne destûrî rawestînin, û em
ji hemî aliyên Kurdistanî re ji bo helwest û piştgiriya wan di rûbirûbûna van metirsiyan
de spas dikin û em spasiya xelkê Xaneqînê dikin ji bo greva wan ya demokratîk û
şaristanî ya li dijî biryara veguherandina navçeya Celewla bo navçeyek ne fermî.
Navbirî got:
Biryara cudakirina navçeya Celewla ji navçeya Xaneqînê biryarek siyasî ye ku ne
li gorî yasayê ye û bi tevahî li dijî madeya 140 a Destûrê û prensîbên jiyana
aştiyane ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

