Diron û muşek medyayên Herêmê germ kirin
Kurdistan 01:32 PM - 2026-03-08
PUKMEDIA
Êrîşê
Şevê borî 15 êrişên bi drone li ser bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hatin kirin. Di
encama êrişan de du kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan pêşmerge bû û yê
din jî karmendê asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû. Fermangeha Medya
û Zanyarî û Sendîkaya Rojnamevanan daxwazê ji kenalên ragihandinê dikin ku bi
awayekî pîşeyî û berpirsyarane ligel vê rewşê tevbigerin.
Êrişên şevê borî yên li Silêmaniyê bi şeş dronan li ser
baregeha Hêzên 70, nêzîkî baregeha Neteweyên Yekbûyî û Konsulxaneya Tirkiyeyê
hatin kirin. Hejmareke zêde ya dronan hatin xistin û ziyanên canî lê neketin.
Herwiha şevê borî bi moşekan êrişî ser Zirgiwêz li sînorê Silêmaniyê hat kirin,
di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û pêşmergeyekî din jî birîndar bû.
Hevdem roja 7ê Adara 2025an, gelek dron li Hewlêrê ketin ku
piraniya wan ji aliyê pergala parastina esmanî ve hatin têkbirin. Lêbelê yek ji
êrişan bû sedema jiyan jidestdana karmendekî asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya
Hewlêrê û birîndarbûna sê karmendên din.
Dezgehên Asayîşê: Çend êrîşên bi dironan hatin ser Silêmanî
Derbarê êrîşên dironî li ser Silêmaniyê, Dezgeha Asayîşa
Herêmê yekser daxuyaniyek belav kir û ragihand: Du caran li pey hev bi çar
dronan baregeha Hêzên 70 û her wiha bi du dronan nêzîkî her du baregehên UN û
nûneratiya Konsulxaneya Tirkiyeyê li bajarê Silêmaniyê hatin armancgirtin.
Her wiha ragihand: Yekser tîmên Dezgeha Asayîşa Herêmê
gihîştin cihê her du bûyeran û lêkolînan dest pê kir. Di encamê de derket ku bi
şevê bi çar dronan baregeha Hêzên 70 û bi du dronan jî nêzîkî baregeha UN û
nûneratiya Konsulxaneya Tirkiyeyê li bajarê Silêmaniyê hatine armancgirtin. Di
êrişan de tu ziyanên canî nînin û lêkolîn li ser bûyerê berdewam e.
Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanan: Divê kenal hûrbîn û berpirsiyar binDi vê çarçoveyê de, şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê rênimayiyeke lezgîn ji bo medyayên Silêmaniyê derxist û ragihand: Bi destpêkirina pêla mûşekbaran, cenga sîberî û şerê dironan yê her du aliyên şer, erka medya û berpirsiyariya rojnamevanan zêdetir dibe. Lewma em daxwazê ji kenalên xwe yên di sînorê parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê dikin ku hûrbînî, berpirsiyarî û hişyariyeke zêdetir peyrew bikin berî belavkirina her nûçeya lezgîn û raporên ku zanyariyên cografî û hûrgiliyên şer tê de bin. Ji ber ku hinek babetên medyayî dibin rêber (çavsax) ji bo aliyên êrîşkar, hinekên din jî dibin sedema hilweşandina moralê kolanê û welatiyan. Parastina ruhê tebayî û moralê cemawerê Kurdistanê, dê ji erkên me yên sereke bi di vê qonaxê de.
Her wiha ragihandiye: Em daxwaz dikin ku guh bidin rênimayî û daxwazên me bila Kurdistana me parastî be û silametiya tîmên me yên medyayi di pêşîniya karê me de be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

