Beşdaebûna şanda Yekîtî di merasîma oxirkirina Salih Muslim de
Kurdistan 05:13 PM - 2026-03-13
PUKMEDIA
Cenazeyê Salih Muslim
Bi hezaran kes li bajarê Qamîşlo ji cenazeyê siyasetmedarê
navdar û endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih
Muslim xatir xwestin. Piştre cenaze ji bo bi axspartinê ber bi Kobanê ve hat
veguhastin. Di merasîmê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil
Celal Talebanî gotarek pêşkêş kir.
Bi hezaran Kurd, Ereb û Suryaniyên Rojava li yarîgeha
fotbalê 12ê Adarê ya li Qamîşlo kom bûn da ku rêzgirtina xwe ya dawî ji bo rihê
Salih Muslim bidin.
Merasîm, ku ji hêla Encûmena Malbatên Şehîdan a li Qamîşloyê
ve hat birêxistinkirin, ji hêla kesayetên siyasî yên Kurd û Ereb, nûnerên
eşîrên Kurd û Ereb, û nûnerên YNK û partiyên siyasî yên ji bakur û başûrê
Kurdistanê ve beşdar bûn.
Serok Bafil: Ewê di bîranîna têkoşîna Kurdan de xweş bimîne
Di merasîma cenazeyê şehîd Salih Muslim de, serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî peyamek pêşkêş kir û got: Em
li ber şehîdekî serbilind radiwestin, sembola azadiya Kurdistanê ye. Wî jiyana
xwe ji bo doza gelê xwe da, û navê wî dê di bîranîna têkoşîna Kurdan de zindî
bimîne.
Serok Bafil Talebanî Di peyamekê de ku ji aliyê Luqman
Werdî, endamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve
li ser navê wî hat xwendin, Serok Bafil Celal Talebanî wiha got:
"Salih Muslim sembola nasnameya Kurd li Rojava ye,
hevalê çekdar û rêhevalekî nemire. Gelê me rêberekî mezin wekî Salih Muslim
winda kir, ku heta dawiyê jiyana xwe ji bo têkoşîna gel xwe terxan kir. Ew bavê
şehîdekî, şervanekî û pêşengekî gelê me bû. Ev têkoşîn qet nayê jibîrkirin.
Em di YNK de Salih Muslim wekî rêberekî mezin dibînin, ne
tenê rêberek lê di heman demê de hevalekî û hevrêyekî hêja yê Serok Mam Celal
Talebanî ye.
Em sersaxiyên xwe yên kûr ji malbat, hevalên wî, gelê Rojava
û hemû beşên Kurdistanê re dixwazin. Salih Muslim li Kobanê ji dayik bû, lê wî
ji bo Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî şer kir. Ji ber vê yekê, ew di
heman demê de rêberekî neteweyî ye. Di dîrokê de gelek kesayetiyên Kurd ên
navdar hene, û di nav wan de Salih Muslim jî heye, ku jiyana xwe ji bo azadiyê,
gelê xwe û axa xwe da. Ew ji bo gelê xwe dilsoz bû." Şehîdek ser bilind, û
sembola azadiya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

