Hikûmeta Herêmê: Piştevanê derbaskirina qeyrnan in
Kurdistan 12:10 AM - 2026-03-18
PUKMEDIA
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo destpêkirina
hinardekirina petrolê komîteyek hevbeş ji Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal
û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hatiye damezrandin û aşkere kir ku, em
piştgirî didin her pêngavekê ku dê dahata xezîneya giştî zêde bike û qeyrna
darayî çareser bike.
Şandeya danûstandinan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê
hinardekirina petrolê de daxuyaniyek belav kir û rgihand ku, îro, 17ê
Adara 2026an, civînek hevbeş di navbera Hikûmeta Federal ya Îraqê û Hikûmeta
Herêma Kurdistanê de pêk hat, taybet bi mijara hinardekirina petrolê ji
zeviyên petrolê yên Kerkukê û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji kêlgehên Kerkûk û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma
Kurdistanê bi rêya boriyê ber bi bendera Ceyhan ya Turkiyê .
Ragihand jî, şandeya danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
di çarçoveya hevpariya destûrî de û bi berçavgirtina hesta berpirsiyariya
neteweyî, û tekez li ser amadebûna tevahiya Herêma
Kurdistanê ji bo avêtina her tedbîr pêngavan ku dahata xezîneya giştî zêde bike
û krîza darayî çareser bike.
Derbarê pêngavên kirdarî jî yên ji bo hinardekirina petrolê de, şanda
danûstandinkar ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere ki ku herdu hikûmet li hevkirin
ku komîteyek hevbeş ji wezareta petrolê ya hikûmeta federal û wezareta
çavkaniyên xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bikin, ji bo
destpêkirina hinardekirina petrolê, pêngavên pêwîst yên teknîkî û kargêrî bên
avêtin.
Amaje bi wê yekê kir ku,ji sibê ve bi riya boriyê ber bi bazarên cîhanê
ve, dahata firotina petrola ku tê hinardekirin vedigere xezîneya federal.
Di dawiyê de jî, şandeya danûstandinkar ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
eşkere kir ku, herdu alî li hevkirin ku tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigirin daku
ewlehiya zeviyên petrolê biparêzin û berdewamiya hinardekirina petrolê misoger
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

