Îsraîl bi dehan qurbaniyan radigihîne, û Trump gefê dixwe ku dê çavkaniyên enerjiyê hilweşîne
Cîhan 11:31 AM - 2026-03-22
Reuters
Îsraîl
Şerê di navbera Îranê ji aliyekî ve û Îsraîl û Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyê din ve berdewam dike û dikeve roja xwe ya 23an.
Serokê Amerîkayê gef li Îranê xwar ku eger Tengava Hirmuz bi tevahî neyê
vekirin, dê alozî gur bibe, û ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê windahiyên madî û
mirovî li Îsraîlê zêde bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku eger Îran
di nav 48 demjimêran de Tengava Hurmuz veneke, welatê wî dê wêstgehên elektrîkê
yên Îranê hilweşîne.
Di tweetekê de roja Yekşemê, 22ê Adara 2026an, Trump
diyar kir: "Ger Îran di nav 48 demjimêran de Tengava Hurmuz bi tevahî
veneke, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê gelek wêstgehên elektrîkê yên Îranê hilweşîne,
û wê ji ya herî mezin dest pê bike."
Kanala 12 a Îsraîlê îro ragihand ku di du êrîşên mûşekî
yên Îranê yên ku bajarên Arad û Deymone armanc girtin de, nêzîkî 135 kes
birîndar bûne. Destnîşan jî kir ku Deymone bajarokê ku çole gelek moşekên neklurî yên Îsraîlê dihewîne û bi xurtî tê parastin.
Artêşa Îsraîlê îro serê sibê ragihand ku çend êrîş pêk anîn, çend demjimêr piştî ku du mûşekên Îranî li başûrê Îsraîlê ketin.
Di encama êrîşên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê de li çend bajarên Îranê teqîn çêbûn.
Li gorî medyaya Îranê, li herêma Demewand a Tehranê sê teqîn hatin bihîstin, piştre li baregeha leşkerî ya li herêma Absardê rêze teqîn çêbûn. Dengê teqînan li bajarên Fardis, Kerec û Kerecê jî hat bihîstin, û teqîn heta bendera Lence ya li parêzgeha Hormozganê hatin hîskirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

