Sektora tenduristiyê ya Xaneqînê bi hewldanên fraksiyona YNKê ya li Bexdayê tên vejandin
Kurdistan 11:08 AM - 2026-04-27
PUKMEDIA
Sirwe Mihemed, biryardera fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Di çarçoveya hewildanên xizmetguzariyê yên fraksiyona Yekîtiyê li Bexdayê de,
projeya avakirina nexweşxaneyeke 100 textî li Xaneqînê dikeve qonaxa
cîbicîkirinê, her wiha gelek pirsgirêkên teknîkî, kêmasiya derman û amûrên
pizîşkî li nexweşxaneyên bajêr tên çareserkirin.
Sirwe Mihemed, biryardera fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li Encumena Nûneran a Îraqê ragihand: Di çend hefteyên borî de min
razîbûna Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê wergirtiye ji bo vekirin û avakirina
nexweşxaneyeke 100 sîsemî ji bo bajarê Xaneqînê.
Aşkire jî kir ku: Piştî têkiliyê bi Rêveberê Giştî yê
Tenduristiya Diyalayê re, biryar hate dayîn û me karî di nava rojekê de amûrên
şûştina gurçikan dabîn bikin. Niha welatiyên bajarê Xaneqînê dikarin ji bo
çareserkirina pirsgirêkên gurçikan sûdê ji wê xizmetguzariyê werbigirin.
Got jî: Me ji Wezareta Tenduristiya Îraqê razîbûn wergirtiye
ku komîteyeke taybet serdana navçeyê bike bi mebesta karkirina wan amûrên
pizîşkî yên ku pirsgirêka koda têketinê (Username) heye. Bi vê yekê beşeke zêde
ya pirsgirêkên nexweşxaneyên Xaneqînê dê were çareserkirin.
Sirwe Mihemed ragihand: Hewildanên me ji bo çareserkirina
pirsgirêkên Xaneqînê berdewam dibin û di wê çarçoveyê de, di çend hefteyên bê
de emê bi yekcarî pirsgirêka nebûn û kêmiya derman li bajarê Xaneqînê çareser
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

