Lîsta welatên herî hejar yên cîhanê
Cîhan 03:26 PM - 2026-04-29
En Son Haber
Dêmenk hu zarokên hejar yên Afrîka Başûr
Li cîhanê, 700 milyon kes bi kêmtirî 2.15 dolarî rojane dijîn,li gorî Neteweyên
Yekbûyî ji sala 2019an vir ve ji bo jiholêrakirina hejariyê hema hema çi
pêşketinek çênebûye.
Hin deverên cîhanê bi birçîbûnê re têdikoşin ...
Li gorî raporek Banka Cîhanî ya ji bo sala 2024an, nêzîkî ji sedî 8.5ê
nifûsa cîhanê di bin xeta hejariya ya tund de dijîn.
Li gorî amaran, nêzîkî 700 milyon mirov li seranserî cîhanê wekî "pir
Hejar" têne dabeşkirin , ku neçar in rojane bi kêmtirî 2.15
dolarî ji bo her kesî debara xwe bikin.
Li cîhanê, nêzîkî milyarek mirov rojane bi 2.15 û 3.65 dolarî debara xwe
dikin, lê nêzîkî nîvê nifûsa cîhanê rojane kêmtir ji 6.85 dolarî qezenc dike.
Ji aliyekî din ve, Rojhilatê Asya, Pasîfîk û Başûrê Asya wekî herêmên ku
di nav 25 salên dawî de herî zêde xizanî lê kêm bûye, derdikevin pêş.
Li gorî raportek Neteweyên Yekbûyî, her çende hejarîya zêde ji sala
1990an heta 2019an bi lez kêm bibû jî, Vîrûsa Covid-19 û qetranên piştî wê bûn
sedema zêdebûna herî mezin ya hejarîyê di dehsalên dawî de li çaraliyê cîhanê.
Ji sala 2019an vir ve di rakirina hejariyê de hema hema çi pêşketin çênebû
Nêzîkî nîvê nifûsa cîhanê, tevî piraniya mezin ya mirovên li Başûrê Asya
û Afrîka li jêr astek refaha aborî dijîn ku li gelek welatên bi dahata navîn jor
wekî hejar tê hejmartin.
Her çiqas tê texmînkirin ku heta sala 2030an dora %7.3ê nifûsa cîhanê dê
di nav hejariyê de bijî jî, tê texmînkirin ku di vê heyamê de tenê 69 milyon
kes dê ji hejariyê rizgar bibin.
Afrîka di serê vê lîstê de ye
Li gorî amarên platforma medyaya serhêl "Visual Capitalist ",
ku li ser bingeha raporta Perspektîfa Aboriya Cîhanê ya heyva Nîsana 2025an a
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), dema ku hilberîna navxweyî ya giştî (Gross domestic product (GDP) wate (Berhema Navxweyî ya Giştî ya Serê Kesî) ya welatan tê nirxandin, welatên herî hejar yên cîhanê bi piranî li
Afrîka Başûrê Biyabanê ne.
Lîsta Welatên Hejar yên Cîhanê
1-Sûdan ya Başûr bi (Gross domestic productya) ya serê nifûsê ya 251 dolarî di serê lîstê de ye.
2-Piştî wê welatê Rojhilata Navîn Yemen bi (Gross domestic productya) ya serê nifûsê ya 417
dolarî tê.
3-Burundî, ku li Rojhilatê Afrîka ye, bi (Gross domestic productya) serê nifûsê ya nêzîkî 490
dolarî di rêza sêyemîn de ye.
4-Komara Afrîka Navîn bi 532 dolarî di navnîşê de çaremîn e
5-Malawî bi 580 dolar.
6-Medgeşker bi 595 dolar.
7-Sûdan bi 625 dolar.
8-Mozambîk bi 663 dolar.
9-Komara Demokratîk ya Kongo bi 743 dolaran.
10-Nîjer bi 751 dolaran ku di rêza
10.emîn welatên herî hejar yên cîhanê de cih digirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

