Serok Bafil û Elî Zeydî dicivin
Kurdistan 10:01 AM - 2026-05-02
Medya
Serok Bafil û Elî Zeydî
Biryare Serokwezîrê Îraqê yê erkarkirî, Birêz Elî El-Zeydî, îro, Şemî
2ê Gulana 2026 an, serdana bajarê Silêmaniyê bike û bi Birêz Bafil Celal Talebanî,
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re bicive.
Serok Bafil:Emê piştgiriyê hikûmeta nû bikin.
Roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026an, Serok Bafil Celal Talebanî pîrozbahî li
Birêz Elî El-Zeydî kir ji bo destnîşankirina wî ji bo pêkanîna hikûmeta federal
ya nû û madebûna tevahî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku di pêkanîna
hikûmetek jêhatî û berfireh de ku bikaribe Îraqê ji qeyranên aborî û ewlehiyê
derxîne, piştgiriyê bide wî û piştrast kir ku ew ê piştgiriyê bide hikûmeta nû
û hewlên wî yên ji bo xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di xizmeta gelê Îraqê de
bidomîne.
Çarçoveya Hemahengiyê biryarê dide
Roja Duşemê, 27ê Nîsana 202 6an, Çarçoveya Hemahengiyê namzedkirina Elî El-Zîdî
wekî namzedê Fraksyona Çarçoveya Hemahengiyê, wekî fraksyona herî mezin di Civata
Nûneran de, ji bo posta Serokwezîr û pêkanîna hikûmeta bê ragihand.
Serokkomar El Zeydî bi pêkanîna kabîneya nû erkdar dike
Birêz Serokê Komar, Nîzar Amîdî, di merasîmeke fermî de ku roja Duşemê,
27ê Nîsana 2026an, li Koşka Bexdayê hate lidarxistin, hat destnîşankirin,birêz
Elî El-Zeydî, namzedê fraksyona parlemanî ya herî mezin, bi amadebûna Serokê Civata
Nûneran, Heybet El-Helbûsî, Serokê Civata Bilind ya Dadwerî, Dadwer Fayêq
Zeydan, û hejmarek ji berpirsên çarçoveya Hemahengiyê, bi pêkanîna hikûmeta nû
hat erkdarkirin.
Serokkomar:Aramî bi hevbeşiyê çê dibe
Di merasîmê de, navbirî piştrast kir ku ev erkdarkirin pabendbûnek bi
nûneratîkirina destûrê ye, hem bi tîp û hem jî bi ruh, û destpêka rêyek xebatê
nîşan dide ku em hêvî dikin ku bi serkeftinê were tacîdarkirin û tekez kir ku
berjewendiyên Îraqê di ser her tiştî re ne, û ev di her gavê de prensîba me ya
rêberiyê ye, her weha destnîşan kir ku bidestxistina aramî berpirsiyariyek
hevpar e ku tenê bi rêya hevkariyê û pêşîniya berjewendiya neteweyî dikare were
pêkanîn.
Çarçoveya Hemahengiyê:Em pabendî dema destûrê ne
Êvara Pêncşema borî, Çarçoveya Hemahengiyê bi amadebûna Serokwezîrê
destnîşankirî civînek li darxist daku li ser pêkanîna hikûmetê gotûbêj bike û li
gorî daxuyaniyek ji Çarçoveya Hemahengiyê, di civînê de hemû mijarên siyasî,
ewlehî û aborî hatin gotûbêjkirin, û di derbarê pêkanîna hikûmetê de, tekez
hate kirin ku ev mafê neteweyî divê di çarçoveya dema xwe ya destûrî de were
çareser kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

