Roja Neteweyî ya Gorên Komî... Şahidê Tawanên Herî Hovane ye
Îraq 09:44 AM - 2026-05-16Yek ji gorên komî
Li Îraqê her sal roja 16ê Gulanê bi Roja Neteweyî ya Gorên
Komî hatiye destnîşan kirin û berpirsekî dezgeha şehîdan ya Îraqê dibêje: Di kolandina gorên komî de me pirsgirêkên mirovî û terxankirina budceyî
hene".
Encûmena Wezîrên Îraqê di sala 2007an de, her sal roja 16ê
Gulanê wekî Roja Neteweyî ya Gorên Komî diyar kiriye, di wê rojê de Îraqî
bîranîna bi xemgîntirîn roj di dîroka welatê swe bi bîrtînin, ew gorên komî yên
qurbaniyên wan in û ew hîn jî hemî hûrguliyan nizanin, ji ber vê yekê gorên
komî bûne kodek û nihêniyek ku tenê kesên ku beşdarî tawanan kirine, yan ew
kesên bi awayekî susret ji nav sedan qurbaniyên din rizgar bûne dikarin vekin.
Derbarê diyarkirina wê rojê Zergam Al-Mehmûd ji dezgeha
Şehîdên Îraqê ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand:
Diyarkirina wê rojê ji aliyê encumena wezîran ve ji bo dîtina yekem gora komî
vedigere, ku piştî ruxana rêjîma Beis li navçeya Mihawîl li parêzgeha Babil
hatiye dîtin.
Îraq li gorî yasaya Hejmar 5 ya 2006an ya hatiye
sererastkirin di yasaya parastina gorên bi komî mamele li gel dîtina û
kolandina gorên komî dike, her weha erkê bi dûvçûna wê dosyeyê jî bi dezgeha
şehîdan ya federal hatiye raspartin, ku bi hemahengî digel saziyên pizîşka
dadwerî û fermangehên gorên komî yên ser bi dezgeha şehîdan û hevkariya
rêxistina (ICMP) ya navdewletî erkên xwe cîbicî dikin.
Derbarê hêjmara wan gorên ku hatine veirin jî , Zergam Al-
Mehmûd ragihand: heta
niha 314 gor htine vekirin, ku 160 gor vedigerin serdema Beis ya jinavçûyî, 154
jî qurbaniyên destê terorîstan û êrîşên gropên terroristî haytine encamdan.
Her weha bi gotina
Zergam Al- Mehmûd got: Çendîn gorên din jî mane û hîna nehatine vekirin ku
hêjmara wan dighê 81 goran, wek nimûne li navçeya (Til Elşêxe) li çola Semawe,
nêzîkî 10 gorên komî hene, lê belê tenê 3ê gor hatina vekirin.
Derbarê astengiyên li pêşiya kolndin û vekirina gorên komî , ew berpirsê dezgeha
Şehîdan ya Îraqê ragihand: Çendîn pirsgirêk me hene, ji wan kêmiya kadroyê
şareza û perwerdekirî di wê biwarî de, her weha pirsgirêka me ya budceya
terxankirî de heye ji bo vê doze, ji berk u fermangeha gorên komî li gorî
madeya 17 ji yasaya hêjmar 5 a gorên bi ko mya sala 2006`an pişta xwe bi
alîkariyên navnetewî girê dide.
Fraksyona YNKê daxwaza vekirina gorên komî yên taybet bi Enfalkiriyan dike
Endama Encumena Nûneran ya Îraqê ji fraksyona YNKê Sirwe Mihemed Reşîd roja 8ê Nîsanê 2025`an
ragihand: piştî ku min serdana serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sudanî kir, wî
nivîsek araste kir ku taybet bûye bi vekirin û kolndina gorên komî ku taybetin
bi Enfalkiriyan.
Sirwe Mihemed Reşîd got:
Ji aliyê xwe ve Mihemed Şeyah Sudanî razîbûna xwe nîşandaye ji bo vekirina wan
goran di nêzîktirîn dem de û ji bo vê mebestê jî nivîsek arasteyî saziya
şehîdan ya Îraqê kir bi armanca vekirina wan gorên komî yên ku mane ku taybetin
bi rufatên Enfalkiriyan di nêzîktirîn dem de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

