`Navenda Çandî ya Laliş` cihek ji bo belgekirina çand û ola Êzdiyan
Rêportaj 02:48 PM - 2026-05-21
PUKMEDIA
Destpêka damezrandina Navenda Çandî ya Lalişê
Navenda
Çandî ya Lalişê di parastin û pêşxistina çand û nasnameya Êzidiyan de roleke
girîng lîstiye, navend di 12/5/1993an de bi piştgiriya darayî û manewî ya Serok
Mam Celal hate damezrandin, bi vê yekê pêla pêşveçûna çanda Êzidiyan li herêma
Şingal û Badînanê vi tevahiya guhert.
Cemîl Xidir
Ebdal, endamê komîteya damezrîner a Navenda Çandî ya Lalişê û serokê berê yê malbenda
rêxistina Şingal, ji rojnameya Kurdistan Nwê re got: YNK di hemî qonaxan de
piştgiriya madî û manewî ji Êzidiyan re peyda kiriye û di pêşxistina pêvajoya
çandî û vekirina civaka Êzidiyan de roleke girîng lîstiye.
Serok Mam Celal hemî lêçûnên damezrandina Navenda Laişê girt ser xweEbdal gotiye jî: Tê bîra min ku Serok Mam Celal hemî lêçûnên damezrandina (Navenda Çandî ya Lalişê) û rêvebirin û pêkanîna çend projeyên din ji bo pêşxistina civaka Êzidiyan girt ser xwe. Di destpêkê de, navend di biryardanê de bi tevahî bêalî û serbixwe bû her weha guzareşt li hemû Êzîdiyan dikir.
Ji aliyê xwe ve rojnamevan û rêveberê Nivîsgeha Karûbarên Êzidiyan li Şêxanê (Ezîz Şemo) ji Kurdistan Nwê re axivîye û gotiye: Piştî serhildana 1991an, qonaxek nû ji bo damezrandina Navenda Çandî ya Lalişê derket holê, bi taybetî ji bo parastin û pîrozkirina cejin û merasîmên pîroz ên Êzidiyan.
Hevdem ji bo parastina çand û nasnameya neteweyî ya Êzidiyan, bi taybetî bi rêya navendeke çandî, kovar, rojname û semîneran, ji bo vê armancê, komeke rewşenbîrên Êzidî yên wê demê di sala 1993an de, serdana Serok Mam Celal kirin, wî jî piştgiriya xwe ya darayî û manewî ji bo damezrandina Navenda Çandî ya Lalişê pêşkêş kir.
Ezîz Şemo got: Desteya damezrêner a Navenda Çanda Lalişê pêk dihat ji: Serokê navendê Xidir Pîr Silêman, parêzer Casim Şiro, Cemîl Xidir Ebdal, Cewher Nemir, eqîd Husên Pîr Mira`n, Zêdo Eto Baedrî, parêzer Adil Nasir, parêzer Îdo Baba Şêx, Mamoste Sibhî Xidir, dadwer nemir Kiço, piştre ev nav lê hatin zêdekirin (Şêx Şamo, Şêx Elo Qayîdî, Mehmûd Îdo, endezyar Îzedîn Selîm û Silêman Qewal Hesen.
Amamje bi wê yekê jî kir: Xidir Pîr Silêman nivîskar û kesayetiyekî çandî yê naskirî yê Êzdiyên yê li Badînan bû. Cihê baweriya Serok Mam Celal bû û di sala 1991ê de ew bir Bexdayê da ku bi rayedarên Îraqî re rewşa Êzîdiyan gotûbêj bike.
Ev bingeh bi piştgiriya rasterast a Serok Mam Celal hate damezrandinHer di wê derbarê de endamê komîteya damezrîner a Navenda Çandî ya Lalişê li Duhokê Casim Şero ji rojnameya Kurdistan Nwê re got: Bê guman, navend bi alîkarî û hêsankariya rasterast a Serok Mam Celal hate damezrandin û ez digel wê şandê de bûm ku cara yekemîn me li Hewlêrê serdana Serok Mam Celal kir.
Got jî: Mam Celal Talebanî ji me re got ku hûn kesên bijarde ne û ezê piştgirê we yê sereke bim da ku hûn bi riya vê navenda çandî, ziman, kultur û dîroka Êzidiyan biparêzin.
Casim Şero diyar jî kir ku, yek ji armancên sereke yên Navenda Çandî ya Lalişê belgekirina mîrata olî û çandî û tomarkirina helbestên resen û neteweyî yên Êzidiyan e.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

