Malbata Mûsa Antar daxwaza çarenivîsa peykerê Anter ji rêveberiya Hewlêrê dikin
Hevpeyvîn 03:56 PM - 2026-05-21
PUKMEDIA
Nivîskarê Kurd ê Navdar Mûsa Anter
Di navbera salên 1993 û 1994an de, peykerê nivîskar û
helbestvanê navdar ê Kurd Mûsa Antar ji aliyê rêveberiya wê demê ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) ve ku li Hewlêrê desthilat bû hate danîn.
Di vê derbarê de nivîskarê navdar ê Kurd Dîcle kurê Mûsa
Antar, li Stenbolê ji rojnameya Kurdistanî Nwê axiviye û gotiye: Dema ku di
navbera salên 1993 û 1994an de, peykerê nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd
Mûsa Antar wek rêzlêgirtin ji aliyê rayedarên wê demê yên bajêr ve li Hewlêrê
hate danîn, ew peyker ji aliyê aliyekî siyasî ve hatibû danîn ku wê demê li bajarê
Hewlêrê çalak û serdest bû, em wekî kesûkarên Mûsa Antar, ji danîna peykerê ne
haydar bûn, lê em pir kêfxweş bûn ku peykerê ev helbestvanê navdar ê Kurd li
Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê rêz lê hatiye girtin û saz bikin.
Dîcle Anter got: Piştî bûyerên sala 1996an, hin hevalên me
yên Kurdperwer ji me re ragihandin ku peykerê nivîskarê navdar ê Kurd Mûsa
Anter hatiye rakirin, lê belê yak u zêdetir em êşan din ewe bû ku, peykerê (Mûsa
Anter) avêtine nava çopê û li cihekî ne guncaw, ku ev sivikatî û bêrêzî ye li
sembolekî gelê Kurd, ku tevahiya jiyana xwe di zindanê de derbas kiriye û ji bo
Kurdbûnê tekoşîn kiriye û ji bow ê armancê jiyana xwe feda kiriye.
Pêwîste aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê bêjin kê peykerê Anter rakiriyeHer weha Dîcle dibêje: Piştî 30 salan ji rakirin û windabûna peykerê helbestvanê navdar ê Kurd Mûsa Anter, pêwîste aliyên peywendîdar ên li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî rayedarên rêveberiya parêzgeha Hewlêrê, ji me re bibêjin kî berpirsiyarê rakirina peykerê ye û çi aliyekî siyasî ev biryar daye û sedem û hûrgiliyên rakirina peyker ji me bêjin.
Dîcle ew jî anî ziman û got: Ji bo me, wek malbata Mûsa Anter, rakirina peykerê li bajarê Hewlêrê dişibihe doza terorkirina wî, ji ber ku bavê me du caran li nav mala xwe û li ser axa welatê xwe rastî hewlên terorkirinê hat, pêwîste li her çar parçeyên Kurdistanê bi bê cudahî rêz li rewşenbîran û kesayetiyên navdar ên gelê kurd bê girtin, Anter yek ji kesayetiyên herî girîng ên gelê Kurd bû, ku ji nîv sedsalê zêdetir roleke rolek berbiçav di parastina dîroka Kurd, pêşvebirina wêje û nivîsandina Kurdî ya kurmancî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de lîst. Her weha Mûsa Anter kesayetiyekî mezin û rêzdar ê gelê Kurdistanê ye.
Çarenûsa peykerê Mûsa Anter li Hewlêrê hîn jî ne diyare
Behsa wê ekê jî kir û weha got: Çarenûsa peykerê Mûsa Anter li Hewlêrê hîn jî ne diyare û em nizanin li kuderê ye. Divê gelê Kurd daxwaza eşkerekirina peykerê vî helbestvan û nivîskarê navdar ê gelê Kurd bike û bersivek zelal li ser rakirin û windabûna peykerê bide me.
Em hêvî dikin ku rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) hevkarbin ji bo aşkerekirina biryara rakirin û avêtina peykerê bavê min li bajarê Hewlêrê bikin, li ser vê dosyeyê ez dikarim serdana Hewlêrê bikim, jiber ku eve bêrêzî û binpêkirine û eve daxwazeke rewa ya gelê Kurd e.
Ew her wiha dibêje: Malbata me spasiya keça kurdperwer a Kurd (Heryar Cemîl Rencber) dike, ku yada nivîskarê navdar ê Kurd Mûsa Antar bi bîr anî û mafekî bingehîn ê malbata me û gelê Kurd bi giştî di rojnameya (Kurdistanî Nwê) de vejand.
Dîcle Mûsa Anter, bang li medyaya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê kir û got: Ez dawakarim ku vê dosyeyê bêtir lêkolîn bikin da ku mafên me û mafên giştî yên gelê Kurd winda nebe.
Daxwazê ji YNKê dikim ku li bajarê Silêmaniyê peykerê Mûsa Antar deyneDi dawiya axaftina xwe de Dîcle got: Peykerê Mûsa Antar li Hewlêrê beşek ji dîroka nû ya bajêr û Herêma Kurdistanê bi giştî ye, rakirina peyker jî binpêkirin û şaşîtiyeke stratejîke li hember xeta kurdayetiyê li her çar parçeyên Kurdistanê, ez her wiha ez daxwazê ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNKê) dikim ku li paytexta rewşenbîriyê – li bajarê Silêmaniyê - peykerê Mûsa Antar deyne, da ku ev rewşenbîrê mezin ê gelê Kurd û Kurdistanê her tim di dilê paytexta rewşenbîrî û rewşenbîran de zindî bimîne.
Mûsa Anter, ku wekî (Apê Mûsa) jî tê nasîn, nivîskar û rojnamevanekî diyar ê gelê Kurd bû. Ew di sala 1920an de li gundê Estlîlê ya ser bi bajarê Nisêbînê ya li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Di 20ê Îlona 1992an de li bajarê Amêdê hate terorkirin û kuştin. Cenazeyê wî paşê li baxçeyê gundê Estlîlê di nava baxçeya mala wî de hate veşartin.
Li gorî zanyariyan, cihê peyker li nêzîkî Otêla Zeytûnê li bajarê Hewlêrê bû. Lêbelê, heta niha jî navê peykersaz hîn jî nayê zanîn. Li gorî agahiyan, peykerê Mûsa Anter piştî bûyerên trajedîk ên 31ê Tebaxa 1996an hatiye rakirin.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

