Hevdîtina Şêwirdariyê Banga Helwesteke Yekgirtî Ya Kurdan dikin
Kurdistan 03:57 PM - 2026-05-26
ANHA
Konferansa Yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê
Li Rojavayê
Kurdistanê nerazîbûnên derbarê encamên hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê (Meclisa
Gel) li parêzgeha Heseke û navçeya Kobaniyê zêde dibin, û Partiyên Hevdîtina
Şêwirdariyê dibêjin ku; beşdarbûna hin hêzên siyasî di vê pêvajoyê de, dabeşbûnê
di nava civaka Kurd de çêdike.
Di
daxuyaniyekê de, Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê ku ji 7 partiyên Kurdan pêk tê,
hat gotin: Hilbijartinên bi navê Meclisa Gel, ku vê dawiyê li parêzgeha Heseke
û herêma Kobanê, û berê li Efrîn pêk hatin, dûrî hemû pîvanên demokratîk in.
Her weha dabeşkirina kursiyan bi tevahî rêjeya nifûsa
Kurd li Sûriyeyê û pêkhateya demografîk a parêzgeha Hesekê paşguh kir, ji ber
ku ew bi awayekî bijartî hat kirin.
Daxuyaniyê
wiha domand: Beşdarbûna hin hêzên siyasî yên Rojava di vê pêvajoyê de şikestin
û dabeşbûna di nav civaka Kurd de zêde kiriye.
Di
daxuyaniyê hat gotin: Destnîşankirina kesekî ji gundên Mexmûriyan wek nûnerê
Serêkaniyê, şêweyekî rikberî û bêrêziya li hember îradeya gelê Kurd û şêniyên
herêmê ye, ji ber ku ev kes ne şêniyê resen ê bajêre.
Partiyên
Hevdîtina Şêwirdariyê di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina diyaloga Kurdî û
avakirina helwestek siyasî ya yekgirtî kir, dûrî destwerdana derve û hesabên
teng ên partiyan.
Partiyên
daxuyanî daye ev in:
Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Partiya
Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Partiya Çep
a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera
Azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê
Partiya
Rêkeftina Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya
Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya
Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

