Trump: Em nêzîkî rêkeftineke pir baş bi Îranê re ne
Cîhan 10:21 AM - 2026-05-31
Reuters
Donald Trump serokê Amerîkayê
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew nêzîkî rêkeftineke
pir baş bi Îranê re ne, û tekez kir ku hêzên Amerîkayê dê yekser ji deverê
vekişin dema ku Tengava Hormizê ji nû ve were vekirin û pirsgirêka nuklerî
çareser bibe.
Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Trump zelal kir ku
rêkeftineke dîplomatîk vebijarka herî baş e ji ber ku îmzekirina wê tê wateya
vekirina yekser a Tengava Hormizê ji bo gerokiyê. Wî got, "Divê Tengava
Hormizê tavilê bê vekirin, bêyî ti gumrikiyê û divê ku qedexe be ku Tehran
çekên nukletî hebe ku ev garantiya min ya serekî ye.
Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de bi rojnamevan Lara Trump
re rave kir ku Îran di rewşek pir xirab de ye û artêşek wê tune ye, tenê
gotinên şîrîn û medyaya sexte hene. Wî got, "Me artêş, hêza deryayî, hêza
hewayî û berevaniya dijî-balafirî ya Îranê wêran kirine." Trump her çend
qebûl kir ku Îranî danûstandkarên pir jêhatî ne û pêvajo dem digire jî, got em
hêdî hêdî û bi awayekî domdar tiştê ku em ji Tehranê dixwazin distînin, û heke
ev çênebe em ê pevçûnê bi awayekî bi tevahî cûda biqedînin. Got jî: Heke peyman
ji bo me ne adil be, em ê vegerin Wezareta Şer.
Serokê Wîlateyên Yekbûyî yên Amerîkayê zêde kir, Me çend
caran serokatiya Îranê armanc girtiye, û yên ku mane jî aqiltir bûne. Wî
destnîşan kir ku tiştê ku qewimîye dikare wekî guhertina rêjîmê were bi navkirin.
Di heman çarçoveyê de, Aksiyos li ser zara rayedarekî
Amerîkî destnîşan kir ku daxwazên dawî yên Trump di navbera Waşnton û Tehranê
de bûne sedema dewreyek nû ya danûstandinan, û piştrast kir ku dê bi Îranê re
peymanek hebe, lê dema encamdana wê hîn ne diyar e.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên Amerîkî eşkere kirine ku Trump
daxwaza guhertina hin bendên di nav reşnivîsa peymanê de kiriye, bi taybetî wan
beşên ku têkiliya wan bi çawaniya reftarkirina bi uranyuma dewlemendkirî ya
Îranê, dema cîbicîkirina rêkarên teknîkî û vekirina Tengava Hormizê re heye.
Tevî pêşveçûnan, medyayên Îranê ragihandine ku hîna peyman
bi dawî nebûye û berpirsekî bilind ê Amerîkî jî diyar kiriye ku ew di çend
rojên bê de li benda bersiva Îranê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

