Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de zêde dibe, Waşîntonê piştrast kir ku ew beşdarî êrîşan nebûye
Cîhan 10:34 AM - 2026-06-08
Reuters
Îran
Artêşa Îsraîlê îro sibê Duşemê 8ê Hezîrana 2026an, ragihand
ku hêza wê ya hewayî êrîşeke nû li ser Îranê pêk aniye, tenê çend xulekan piştî
destpêkirina êrîşekê ji aliyê îstîxbarata leşkerî ve li ser pêkhateyên di nav komelaya
petrokîmyayî ya li bajarê Mahşehrê de hatibû encamdan.
Ev êrîşa Îsraîlê piştî wê yekê tê ku pergalên parastina
hewayî çend pêlên mûşekên Îranê tespît kirin û asteng kirin.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku li çend deverên navendî û başûrê
Îsraîlê zengil lê dan. Fermandariya Eniya Navxweyî piştî şopandina mûşekan ji
Îranê. Kanala 12 diyar kir ku pergala parastinê çend mûşekên Îranê li başûrê
Îsraîlê, herêma Deryaya Meyêt, Dîmona, û Bier Sebi asteng kirin, û destnîşan
kir ku tîmên parastina sivîl û ambulansê ji bo lêgerîna cihên hedef hatine
şandin.
Di vî warî de, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê îro destpêkirina
"Operasyona Serkeftinê" ragihand, ku cihên girîng ên li baregehên
hewayî yên Nîvatîm û Tel Nof li axa dagirkirî armanc digire, wek bersivek li
hember êrîşên wan bi ser Îranê.
Li gora nûçeya medyayên Îsraîlê, Fermandariya Eniya Navxweyî
daxwaz dike ku di navbera berdewamiya bombebarana Îranê de, li ser Balafirgeha Bin
Goriyon a li navenda Îsraîlê sînorên tundtir werin sepandin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku Tel Evîvê wekî
bersivdayîna êrîşên dawî, dest bi armancgirtina Îranê kiriye û piştrast kir ku
heta niha du pêlên êrîşan ber bi axa Îranê ve birine birêve.
Bersivdayîna Îranê piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê ragihand
ku wî binkeyên serbazî li rojava û navenda Îranê armanc girtine, di heman demê
de televizyona Îranê behsa teqînan li çendîn bajarên welat kir, li gel şopandina
avêtina mûşekekê ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve.
Ajansa Reutersê ji zarê medyayên fermî yên Îranê ve veguhest
ku Herêma Aborî ya Taybet a Petrokîmyayê li bajarê Mahşehrê yê Îranê hatiye
valakirin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê wê demê ragihand ku herî kêm
dengê du teqînên bihêz li Tehranê ya paytext hatiye bihîstin, her wiha
televizyona fermî diyar kir ku dengê çendîn teqînan li Tehran, Tewrêz û
Îsfahanê hatiye bihîstin.
Li gora ajansa Associated Press, piştî van êrîşan, Îranê
qada esmanî ya Balafirgeha Navdewletî ya Îmam Xumeynî li Tehranê girt.
Medyaya Îsraîlê her wiha eşkere kir ku hêzên deryayî yên
Îsraîlê di êrîşa li ser Îranê de beşdar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

