Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
Cîhan 09:57 AM - 2026-06-11
PUKMEDIA
Tengava Hormizê
Sêntkomê bi rênimayiya Trump, pêleke nû ya êrîşên asmanî bir
ser çendîn armancan li başûrê Îranê û Waşîntonê ragihandiye ku ev êrîş di
çarçoveya "parastina rewa" (xweparastin) de û wek bersivekê ji bo
êrîşên berê yên Îranê bûne. Ji aliyê xweve Îranê tengava Hormizê li ber hemû
keştî û petrolhilgiran de girtiye û bi 12 mûşekên balîstîk êrîş kiriye ser du
binkeyên Amerîkayê.
Sêntkomê êrîşî asmanî bir ser çendîn armancan li başûrê Îranê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Sêntkom) bi rênimayiya
rasterast a Donald Trump ê serokê Amerîkayê, pêleke nû ya êrîşên asmanî bir ser
çendîn armancên serbazî, sîstema parastina asmanî, radar û navendên
kontrolkirina dironan li başûrê Îranê û Waşîntonê ragihandiye, ku ev êrîş di
çarçoveya xweparastinê de û wek bersivekê ji bo êrîşên berê yên Îranê hatiye.
Tahranê bi 12 mûşekan êrîş bir ser bingehên Amerîkayê
Li beramber vê yekê, Tahranê geşedan tundtir kirin û
ragihand ku Tengava Hormizê li berûya hemû keştî û petrolhilgiran girtiye. Her
weha Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê ragihandin ku wekî tolhildan, bi 12 mûşekên
balîstîk êrîş birine ser bingeha asmanî ya "Ezreq" li Urdunê ku hêzên
Amerîkayê lê ne, û bi dronên xwekuj jî bingeha belem a pêncem a deryayî ya
Amerîkayê li Behreynê kirine armanc.
Serokê Amerîkayê: Êrîş dê bi tundî berdewam bikin
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê dibêje: Îsraîlê ti beşdariyek
di wan êrîşên esmanî de nekiriye ku welatê wî di çend saetên borî de li dijî
armancên Îranê pêk anîne. Wî her weha ragihand ku wî bixwe çavdêriya êrîşan
kiriye û hişyarî da ku eger Tahran rêkeftina çarçoveyî ya ji bo bidawîanîna şer
îmze neke, êrîş dê bi tundî berdewam bikin.
Ev yek di demekê de ye ku artêşa Amerîkayê, ji bo şeva duyem
a li pey hev piştî ketina helîkopterekê li Kendavê, êrîşên nû birin ser hundirê
Îranê û ragihand ku ji bo vê mebestê 49 mûşekên Tomahawk û balafirên şer hatine
bikaranîn.
Alîgirên Nîvdewletî tirsên wan ji berfirehbûna zêdetir a şer heye
Ev geşedanên leşkerî bandorek bilez û berfireh li ser herêmê
kir, pergalên berevaniya asmanî li Urdun, Kuwêt û Behreynê ketin rewşa
amadebaşiyê û bersivdana tiştên difirin, û Kuwêtê jî asmanê welatê xwe bi
awayekî demkî girt, di heman demê de li bakurê Îsraîlê jî piştî teqandina çend
fîşekan ji axa Lubnanê ve zengila hişyariyê hate lêdan, ku ev yek tirsên aliyên
navdewletî ji berfirehbûna zêdetir a şer li herêmê zêdetir kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

