Amerîka: Êrîşên Îsraîlê bandorê li ser peymana aştiyê nakin
Cîhan 07:42 PM - 2026-06-14
Ajans
Pêt Hêgsês, Wezîrê Şer ê Amerîkayê
Wezîrê Şer ê Amerîkayê radigihîne ku welatê wî li ser rêreva rast e ji bo
îmzakirina rêkeftina aştiyê ligel Îranê û tekez jî dike ku êrîşên Îsraîlê yên
li ser Libnanê bandorê nakin û rêkeftin tenê li ser demê maye.
Pêt Hêgsês, Wezîrê Şer ê Amerîkayê, di daxuyaniyeke
rojnamevaniyê de ragihand: Amerîka li ser rêya îmzakirina rêkeftinê ye ligel
Îranê.
Her wiha got: Pirsgirêk niha ne ewe ka em ê rêkeftinê îmza
bikin an na, belku ew e ka dê kengî were îmzakirin, ji ber vê yekê tenê li ser
demê maye.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê, derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser
başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û bandora wê li ser rêkeftinê, bal kişand ser wê
û ku: Ez pêşbînî nakim êrîşên Îsraîlê bandorê li ser rêkeftinê bikin, ji ber ku
di êrîşan de xweparastin diyar bû.
Di dawiyê de jî Pêt Hêgsês Wezîrê Şer ê Amerîkayê ragihand
ku pêwîst e Îran bi tundî guşarê bixe ser Hizbullahê Libnanê da ku êrîşên xwe
yên li ser Îsraîlê rawestîne.
Ev daxuyaniya Wezîrê Şer ê Amerîkayê di demekê de ye ku duhî
Şahbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê, eşkere kir: Tê pêşbînîkirin ku di dema 24
saetên bê de rênimayên rêkeftina navbera Amerîka û Îranê bi dawî bibin û şêwazê
îmzakirina wê jî dê elektronîk be.
Ev jî di demekê de ye ku hewldanên ji bo rêkeftina aştiyê ji
11ê nîsana 2026an ve bi navbeynkariya Pakistanê di navbera Amerîka û Îranê de
dest pê kirine, lê agirbesta li Libnanê, mijara atomî ya Îranê û Tengava
Hurmizê sê mijarên aloz ên rêkeftina navbera her du welatan in û hîn ne diyar e
ka dê bi çi mekanîzmayekê li ser van xalan li hev bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

