Baregehên Tirkiyê agir bi erdên li rojavayê Til Temirê xistin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-21
PUKMEDIA
Til Temir
Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li gundê Leylan ê
dagirkirî agir berda firêzeyên li derdora gundên Leylan û El Erbaîn, li
rojavayê Til Temirê, di encamê agir li erdên çandinyê yê derdorê belav bû û
berfireh bû.
Baregeha leşkerî ya dewleta li gundê Leylan ê dagirkirî bi
zanebûn agir berdan derdora gundên Leylan û El Erbaîn, di encamê de agir li
seranserê erdên çandiniyê yên di nav axa dagirkirî de belav bû.
Li gorî agahiyên ji navçeyê hatine wergirtin, dibêjin Tîmên
awarte yên li Til Temirê, bi hevkariya şêniyan ketine amadebaşiyê, ji bo
pêşîgirtina belavbûna agir li deverê û erdên wan ên çandiniyê.
Tîmên awarte otombîl û tîmên agirkujiyê ji bo destwerdana
bilez amade kirine û ketine amadebaşiyê ger agir ji sînorên axa dagirkirî
derbas bibe.
Ev agir di rêze agirên ku vê dawiyê li herêmê rû didin de ye,
ku ziyanên girîng gihandine berhemên çandiniyê û milkê taybet, û bi nêzîkbûna
demsala çinînê re êşa niştecih û cotkaran zêde kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

