Wezareta Petrolê: Gotegotên vekişîna Îraqê ji OPECê nerastin
Êraq 04:12 PM - 2026-06-25
Ragihandina Wezaretê
Avahiya Wezareta Petrolê ya Îraqê
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand; bi tu awayî gefa vekişîna Îraqê ji
OPECê helwesta fermî ya hikûmeta Îraqê nîşan nade.
Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand û got: Ew
gotegotên behsa wê yekê dikin ku Îraq gefa vekişîna ji OPECê kiriye, helwesta fermi
ya hikûmeta Îraqê nîne û tekez kiriye ku ev babet ji aliyê Serokwezîr yan
kabîneya hikûmetê ve nehatiye gotin, belkû berevajî vê, di navbera welatên
endam ên OPECê de têgihîştineke bilind heye ku rewşa taybetî ya Îraqê li ber
çavan were girtin.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku ajansa `Bloomberg News` ji zarê
berdevkê Wezareta Petrolê Selîm Rukabî ve belav kiribû, ku eger pişka
berhemanîna Îraqê neyê zêde kirin wê Bexda vekişîna ji rêxistina OPEC binirxîne,
hevdem ajansa (Reuters) ji zarê berpirsekî payebilind amaje bi kirîza darayî ya
Îraqê kiriye ku bi egera kêmbûna rêjeya hinardeya petrolê ye.
Di dawiyê de, Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal tekez kir ku ev
hevkarî û têgihîştin dê were nirxandin da ku bigihîje astek dadperwer a
hilberîna petrola Iraqê, ji bo ku ew bikaribe pêgeha xwe wekî duyemîn
hilberînerê herî mezin di rêxistina OPECê de biparêze û dahata darayî ya pêwîst
ji bo pêşkeftina welêt peyda bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

