NY:Şerê li Rojhilata Navîn barê welatên pêşketî girantir dike
Cîhan 11:06 AM - 2026-06-30
NY
Encamên mayînde li ser refah, debara jiyanê û ewlehiya xwarinê ya nifûsa gundewarî ya xizan hiştiye.
Encamên
mayînde li ser refah, debara jiyanê û ewlehiya xwarinê ya nifûsa gundewarî ya
xizan hiştiye.
Raporteke
nû ya Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku hewldanên
welatên pêşkeftî ji bo çareserkirina bandorên berdewam yên pevçûnên li
Rojhilata Navîn biha ne, û ji bo veberhênanên girîng di perwerde, tenduristî û
pêşîniyên din yên geşepêdanê de cihekî hindik dihêlin.
Di raportê
de hat destnîşankirin ku welatên kêm-dahat û navîn bi riya rêkarên wekî sotemeniyên
fosîl, sînordarkirina bihayan, kêmkirina bacê û tedbîrên rêveberiya daxwazê, beşî
gelên xwe ji zêdebûna bilez ya bihayên petrolê parastine.
Raport bi
sernavê "Zêdebûna Leşkerî li Rojhilata Navîn: Kêmkirina Şoka
Cîhanî" hişyarî da ku her çend piştgirîyên sotemeniyên Fosîl rihetiyek
demkî peyda dikin jî, ew di dawiyê de armancên avhewa û pêşkeftinê têk dibin bi
asêkirina welatan di riyên Karbon-bilind de û sînordarkirina veberhênanên
pêşerojê.
Serokê
Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî, Alexander de Crowe, got:Welatên
pêşketî - ku gelek ji wan jixwe bi deynan bargiran in ;di parastina demkî ya
gelên xwe ji bandorên herî xirab Yên şoka wuzeyê de bi ser ketine.
Her weha
aşkere kir ku ev welat hemû hewla xwe didin, lê lêçûnek veşartî heye; ji bo
çareserkirina qeyrana îro, hikûmet weberhênanên sibê paş dixin,pereyê ku
diviyabû ji bo avakirina dibistan, nexweşxane û pergalên wuzeya paqij bihata
bikaranîn, tenê ji bo domandina aboriyan tê bikaranîn.
Navbirî
destnîşan kir ku bêyî piştgiriya navneteweyî, ev welat dê nikaribin ji şokê
derbas bibin, û ewê barê li ser hesabê mezinbûna pêşerojê hilgirin.
Li gorî
raportê, nêzîkî nîvê welatên herî xizan yên cîhanê ji niha ve di tengasiya
deynan de ne, yan jî di bin metirsiyeke mezin ya ketina nav deynan de ne, û
deyn bi rêjeyeke zêde û zêdetir li pêşiya lêçûnên pêşkeftinê dimîne.
Raport bi
Konferansa Berdewamiyê ya Hamburgê re, ku vê hefteyê hate lidarxistin, hate
weşandin.
Konferans
civînek salane ya asta bilind e ku armanc dike hevkariyên nû û çalakiyên hevkar
pêş bixe, û siyasetmedarên gerdûnî, rêberên kerta taybet, şarezayên akademîk û
nûnerên civaka sivîl tîne cem hev.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

