Vance: Ger danûstandinên bi Îranê re serkeftî bin, em ê veguherînek radîkal bibînin
Cîhan 09:55 AM - 2026-07-01
PUKMEDIA
Alayên Îran û Amerîka
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku divê Amerîkayê bi
rêya kontrolên berdewam piştrast bike ku bernameya nuklerî ya Îranê hatiye
rakirin.
Vance di daxuyaniyên xwe yên di hevpeyvîneke televizyonî de
wiha got: Trump ji me xwest ku em yadeştnameya lihevkirinê ya bi Îranê re bikar
bînin da ku aboriya cîhanê ji nû ve bi petrolê dabîn bikin, piştre em binêrin
ka dê çawa pêşketin çêbibe.
Vance bal kişand ser wê yekê ku Trump "xwestiye kartên
bi Îranê re ji nû ve bîne ser hevdu da ku xalên zextê û cihên ku dikarin tê de
pêşveçûnê bi dest bixin bibîne, Bal kişand ser wê yekê ku tiştên bi Îranê re
pir hatine guhartin şiyanên wan ên leşkerî kêm bûne, aboriya wan zeîf bûye, û
Îsraîl û Libnan jî dest bi axaftina bi hev re kirine.
Wî tekez kir ku Trump "dixwaze pêvajoya danûstendinê ya
bi Tehranê re bi peywirên ku mirov dikare piştrast bike berdewam bike," û
anî ziman: Em ji Îranê pabendbûna mayînde dixwazin.
Vance di dema hevpeyvînekê de ligel "Fox News"
got: Ez bawer dikim ku Amerîka di rewşeke pir baş de ye, encama dawî ya
danûstendinan çi dibe bila bibe. Heke danûstendin bi serkeftî bi dawî bibin ku
em hemû vê dixwazin em ê şahidiya guherîneke bingehîn li Îranê bikin. Lê heke
Îranî pabendî şertên xwe nebin, bernameya wan a nukleerî û artêşa wan ê wekî
wêranbûyî bimînin, û Amerîka ê di rewşeke pir bihêztir de be ji Îraniyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

