Serkewt Zekî: YNKê hikûmetekê dixwazê ku xizmeta gel bike
Hevpeyvîn 03:17 PM - 2026-07-07
PUKMEDIA
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Serkewt Zekî
Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Serkewt Zekî ragihand; ku di pênc salên borî de, di navbera salên 2014 û 2021an de, ji ber koça dawî ya Serok Mam Celal û qeyrana budceyê, YNKê rastî astengiyên dijwar bû beşek zêde ji peywendiyên xwe jidest dabû, lê piştî sala 2021an, di bin serokatiya Serok Bafil Talebanî de, YNKê kariye van têkiliyan bi aliyên Kurdistanî, Iraqî û navneteweyî re ji nû ve ava bike û ji nû ve were rêxistin kirin.
YNKê kariye polîtîkayên Serok Mam Celal bicîh bînin
Di hevpeyvînekê de di gel Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ew , Serkewt Zekî amaje bi wê yekê jî kir û got; Piştî hilbijartinên 2021an, YNKê kariye polîtîkayên Serok Mam Celal bicîh bînin û vegerin çanda siyasî û xezîneyên dewlemend ên ku ji bo me hatibûn hiştin. Niha peywendiyên me yên pir baş û dostane bi piraniya hêz û aliyên Iraqî re hene. Em bawer dikin ku em ê têkiliyên xwe bi hêzên Iraqî re bigihînin astek herî baş.
Tîma peywendiyên YNKê û Serok Bafil rolek pir mezin lîstin
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê diyar jî kir ku; Tîma peywendiyên YNKê û Serok Bafil rolek pir mezin û bi bandor lîstin, ku di nav pênc salan de bandorek li ser rêveberiya niha ya dewleta Iraqê hebûye.
Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî Serkewt Zekî got, Tenê tiştê ku em dixwazin di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were nîşandan hikûmetek şeraketa nîştimanî be û em jî şirîkê rasteqîne ya wê hikûmetê bin.
Dema îradeya 50 milyon Kurd yekgirtî be ti hêzek nikare rawestîne
Zekî got: Serok Bafil dibêje ku dema îradeya 40 heta 50 milyon Kurd yekgirtî be, ti hêzek nikare ev îradeya mezin rawestîne. Li Iraqê jî, hejmara Kurdan nêzîkî şeş milyon e, dema ku îradeya şeş milyon Kurd bi rêya hêzên siyasî hevbigre, tu hêzek li Iraqê an li derveyî Iraqê tune ku dikare vê îrade rawestîne, ji bo vê yekê dive em hemû yekbin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

