Îraq hewl dide ku tometbar û pereyên hatine dizîn vegerîne
Êraq 05:53 PM - 2026-07-11
Ragihandina Desteya Destpakiya Federal
Desteya Destpakiya Federalî
Desteya Destpakiya Federalî li Îraqê ragihand ku wê pêşnûmeyek ji bo
îmzekirina çend yadeştên têgihîştinê ji bo vegerandina pere û ew tomatbarên li
derveyî Îraqê amade kiriye.
Ajansa fermî ya Iraqê ya nûçeyan (INA) li ser zarê Abbas Mat Ab,
rêveberê giştî yê fermangeha vegerandina pereyan ya Desteya Destpakiya Federalî
ya îraqê û cîgirê serokê civata cîbicîkar ya Sindoqa Vegerandina Pereyan a Îraqê
ragihand ku, hindek welat hene ku ji ber sedemên xwe, ew ji bo vegerandina pereyên gendelkaran
hevkariyê nakin, di heman demê de welatên din jî hene ku di vî warî de
hevkariyê dikin.
Her weha ragihand ku;Nivîsgeha me ji bo vegerandina pereyan û
radestkirina tometbaran reşnivîsek amade kiriye daku bi van welatan re yadeştnameya
têgihîştinê îmze bikin<digel wê jî em bi berdewamî pêşketin û rewşên welatan
dişopînin, lê yasayên navxweyî yên hin ji van welatan rê nadin tedbîrên taybetî
yên ku ji hêla Îraqê ve têne xwestin.
Ev yek jî di demekê de ye ku,berê, Desteya Destpakî ya Federal peymanek
hevkariyê digel Nivîsingeha Neteweyî ya Interpolê re li Bexdayê îmze kir ku rê
xweş dike ji bo gihîştina rasterast ya pergala agahdariyê ya Interpolê peyda
dike, bi armanca handana nivîsingehên neteweyî ji bo berfirehkirina çarçoveya
lêgerîn û dîtina agahdariya li ser kesên lê digerin;bi awayekî ku ew dezgeh jî
ku bi tawankariyan re bi hemahengî digel polîsên navneteweyî yên li welatên
cûda re hatine erkdarkirin jî di nav xwe de bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

