Êrîşên nû li ser Îranê û Qalîbaf piştrast dike ku serdema peymanên yekalî bi dawî bûye
Cîhan 10:22 AM - 2026-07-12
PUKMEDIA
Tengava Hurmuzê
Artêşa Amerîkayê îro Yekşemê bidawîbûna gera sêyem a êrîşên
leşkerî yên ku Îranê kiribûn armanc ragihand. Her wiha eşkere kir ku hêzên wê
di rojên borî de, weke bersiv li ser êrîşên ku keştiyên bazirganî li Tengava
Hurmizê kiribûn armanc, yek ji berfirehtirîn operasyonên asmanî û deryayî li
dijî armancên di nav xaka Îranê de pêk aniye, ku zêdetirî 300 baregehên leşkerî
li xwe girtine.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê
de ragihand ku gera sêyem a êrîşan bi dawî bû piştî ku nêzîkî 140 armancên
leşkerî yên Îranê hatin hedefgirtin. Di van lêdanan de firokeyên şer ên ku ji
baregehên bejayî û deryayî rabûn, dron û keştiyên şer ên ku cebilxaneyên rast
avêtin, hatin bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên Amerîkayê di sê şevên li
pey hev de, bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump, zêdetirî 300
armancan di nav xaka Îranê de kirine armanc. Hat diyarkirin ku armanca serekî
ya operasyonê sînordarkirina şiyana Tehranê ye di armancgirtina deryavanên
sivîl û keştiyên bazirganî de, yên ku yek ji giringtirîn rêyên deryayî yên
cîhanê bikar tînin.
Her weha tevî gurkirina leşkerî, artêşa Amerîkayê tekez kir
ku tevgera keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê hîn jî berdewam e û piştrast
kir ku hêzên Amerîkî ji bo ewlekariya derbasbûna keştiyan di vê rêrewa deryayî
ya girîng de berdewam in.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku hêzên Amerîkî ji
seretaya gulanê ve alîkariya ewlekariya derbasbûna zêdetirî 800 keştiyên
bazirganî di tengavê re kirine, her weha derbasbûna zêdetirî 400 milyon
bermîlên nefta xam jî parastine, ev yek wekî nîşanekê ye ji bo berdewamiya
herikîna hinardekirina enerjiyê tevî alozîyên leşkerî.
Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêrewên stratejîk ên
cîhanê tê hesibandin, ji ber ku nêzîkî pênceka bazirganiya nefta cîhanê di re
derbas dibe, ev yek jî dibe sedem ku her tevlîheviyek tê de rasterast bandorê
li ser bazarên enerjiyê yên cîhanê bike.
Ji aliyê din ve, Îranê îro Yekşemê ziman û çalakiyên xwe yên
leşkerî gur kirin, piştî ku serokê şandeya wê ya danûstandinan Mihemed Baqir
Qalîbaf ragihand ku "serdema peymanên yekalî bi dawî bûye" û hişyarî
da Amerîkayê ji encamên tiştê ku wî wekî "pêkneanîna berpirsiyariyên
xwe" bi nav kir, ev yek hevxet bû ligel ragihandina Supaya Pasdaran ku
êrîş birine ser armancên Amerîkî li Qeter, Omanê û Tengava Hurmizê.
Qalîbaf di daxuyaniyên li ser hesabê xwe yê tora civakî
"X" de got: Me ji we re got: Li ser sozên xwe bisekinin an jî berdêla
wê bidin. Rastî li derî dixe," ku ev wekî amajeyekê ye ji bo hilweşîna
lihevkirinên demkî yên navbera Waşînton û Tehranê piştî nûbûna derbên dualî û
girtina Tengava Hurmizê.
Daxuyaniyên wî di demekê de hatin ku Supaya Pasdaran a Îranê
ragihand ku hêzên wê yên esmanî "qonaxa sêyem" a bersivdana li dijî
derbên Amerîkayê pêk aniye û navendên piştgiriya lojîstîk û platformên
sotemeniyê yên keştiyên peywardar ên balafirhilgirên Amerîkî li bendava Duqm a
Siltanata Omanê armanc girtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

